Amedî: Di Newrozê de 'Na' bi ser ket 2017-03-24 09:19:43 AMED - Amediyên ku Newroza Amedê niraxndin wiha gotin: "Li gel hemû çewisandin û şidetan jî, di Newrozê de 'Na' bi ser ket." Amediyên ku li gel hemû polîtîkayên çewisandinê jî di 21'ê Adarê de qada Newrozê tije kirin, diyar kirin ku ji niha ve rengê referandûmê diyar bûye. ‘GIRSE MUHTEŞEM BÛ' Suat Gulen diyar kir ku wî tevî zarokên xwe Newroz pîroz kiriye û got, 21'ê Adarê pir xweş derbas bûye. Gulen, anî ziman ku hewldanên provakasyonî yên hatin kirin cihê xemsariyê bû û bi bîr xist ku, di encama vê de Kema Kurkut hatiye înfazkirin. Gulen wiha axivî: "Heke ev bûyer neqewimiyana, dê xweştir bibûna. Ji bo kurdan Newroza Amedê zaf watedar û girîng e. Girse bi beşdarbûyîneke muhteşem qad tije kir. Ji bo gel beşdarî Newrozê nebe serî li her cure riyê hat dayîn, lê gel her tiştî jî gel çû qadê. Ev zaf watedar e." 'KURD XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKETIN' Welatiyê bi navê Murat Çelik jî dest nîşan kir ku, ew beşdarî Newrozê bûye, ev hem ji bo wî hem jî ji bo kurdan kevneşopiyeke dîrokî ye. Çelik wiha axivî: "Di vê Newrozê de kurdan careke din nîşan da ku bê çawa xwedî li vîna xwe derdikevin. Bi awayekî aşkere beyan kir ku dê di referandûmê de bibêjin 'Na'." Xwendekara zanîngehê Rengîn Kizilay jî anî ziman ku, Newroza îsal ji bo wê xemsar derbas bûye, lê dîsa jî li gel evqas tiştî jî xweş derbas bûye. Kizilay wiha domand: "Dema Newroz çawa dest pê kir, belaheq û belasebeb ciwanekî înfaz kirin. Li qada Newrozê kuştin mirovekî ciwan wehşet e. Li gel vê jî mirov bi hestiyarî tevgeriyan. Li gel her tiştî jî qada Newrozê tije kirin. Ev zaf watedar e." Kizilay, anî ziman ku gel bi awayekî eşkere di Newrozê de peyama xwe da, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Gelê me hemû nêrîna xwe bi peyvekê tenê, bi 'Na'yê anî ziman." ‘DÊ KURD DI 16'Ê NÎSANÊ DE DERSÊ BIDIN' Mehmet Ataş jî diyar kir ku di Newrozê de gelê Amedê derseke baş daye polîtîkayên li dijî kurdan tên meşandin. Ataş, anî ziman ku dê coşa li Newrozê bandorê li referandûmê bike û wiha got: "Dê kurd di referandûmê de bi 'Na'yê dersekî baş bidin wan. Dê hemû cîhan vê bibîne." ‘DI NEWROZÊ DE 'NA' BI SER KET' Çetin Ozunlu jî diyar kir ku li gel çewisandinan jî wan sibehê zû berê xwe daye qada Newrozê û wiha axivî: "Li gel evqas çewisandinan jî gelê Amedê bêyî tirs Newroz pîroz kir. Gelê Amedê careke din dîrok nivîsand, xeyalên kesên bendewariyên wan hebûn tarûmar kir. Peyama; em ê li dijî polîtîkayên we di referandûmê de bibêjin 'Na' û serî netewînin dan." ‘LI CEM ME 'ERÊ' DERNAKEVE' Welatiyê bi navê Kemal Yuksel jî anî ziman ku, gel bi beşdarbûyîna Newrozê peywira xwe bi cih aniye û wiha domand: "Newrozê nîşan da ku dê li herêmên kurdan ji sedî sed 'Na' derkeve. Cenazeyê min peremperçe bibe jî ne ji min ne jî ji malbata min 'Erê' dernakeve. Dilê me peritî dilê me."