Girtiyê di hucreyê de, 14 roj in di greva birçîbûnê de ye 2017-03-24 09:21:09 SÊRT - Denîz Ozdemîr ê nêzî salekê ye li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê di hucreyeke yekesî de tê ragirtin, ji bo daxwazên wş bi cih bên 14 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê, girtiyê siyasî Denîz Ozdemîr (27) ji 9'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye. Ozdemîr ê di 29'ê Gulana 2016'an de li Pasûra Amedê hat binçavkirin û paşê hat girtin, ji wê rojê ve di hucreyeke yekesî de tê ragirtin. Dema Ozdemîr hat binçavkirin îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û ji ber vê gelek pirsgirêkên tenduristiyê lê peyde bûne. Ozdemir, ji ber li girtîgehê aktîvîteyên civakî ji bo wî hatine qedexekirin, pirtûkên ku malbata wî jê re dişînin ji aliyê îdareyeê ve tên desteserkirin, ji bo wî berer nayê şandin û ji bo ji hucreya yekesî bê derxistin dest bi greva birçîbûnê kir. 14 roj e ku Ozdemir di greva bîrçîbûnê de ye. NÊZÎ SALEKÊ YE DI HUCEREYEKE YEKESÎ DE TÊ RAGIRTIN Bavê Ozdemir, Naci Ozdemir (61) ê li Sêrtê dijî, ragihand ku ji bo kurê wî ji hucreyê bê derxistin wan serî li rêveberiya girtîgehê daye, lê belê îdareya girtîgehê ragihandiye ku ev biryara Wezareta Dadê ye û nikarin tiştekî bikin. Ozdemir wiha got: "Ji roja kurê min hatiye girtin, li hucreyeke yekesî tê ragirtin. Dema hat girtin îşkeceyeke dijwar lê hat kirin. Ji ber îşkenceyê dikule. Kurê min ji newqa xwe fitqoyî ye. Ji ber vê zaf diêşê. Bi vî halê da şert û emrcên wî bên sererastkirin ketiye greva birçîbûnê." HETA DAXWAZÊN WÎ BI CIH BÊN DÊ DI GREVÊ DE BE Ozdemir ê çû serdana kurê xwe wiha axivî: "Pirtûkên em dibin jî nadin wî. Wan pirtûkan nadin me jî. Rêveberiya girtîgehê pirtûk desteserkirine. Dema çûm hevdîtinê, porê kurê min dirêj bûbû, tevlî hev bûbû. Wî naşînin berber jî. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, li gel vê jî Deniz ketiye greva birçîbûnê. Kurê min got heta daxwazên wî bi cih neyin ew ê greva xwe bidomîne."