Bi her cure pereyan di navbera duh û îro de pirek çêkiriye! 2017-03-24 09:21:58 DÎLOK- Esat Kaplan ji 1989’an ve pereyên hemû welatan ên ji beriya zayînê heta niha di qebanozan de vedişêre. Kaplan diyar kir ku, ew pira hafizeya cîhanê ye û wiha got: “Kesên tên vir dîrokê dibinin. Dibînin ku kesên ji bo pere dilê hev hiştine, têkoşiyane yan jî kefxweş bûne hemû di bin axê de ne, lê pere li vir e. Ji ber vê jî pere şeytan e. Xapînok e.” Esat Kaplan Buyukdolandirici, ji 1989’an ve li Holandayê pereyan kom dike. Di 1998’an de koleksiyona xwe wek xelat anî Dîlokê. Navê koleksiyonê “Devr-i Alem Para Muzesi” ye. Di koleksiyona Kaplan de pereyê ji beriya zayînê heta roja me ya îro yên ji hemû welatan komkirine hene. Kaplan di qebanozan, çarçoveyan û nava naylonan de bi hezaran curên pereyan kom kiriye. Ji welatên Ewropa heta Amerîkayê û welatên din gelek kes serdana koleksiyona Kaplan dikin. Kesên ku koleksiyona Kaplan dibinin matmayî dimînin. Lê tiştek din heye ku bala serdêran dikişine, ew jî neparastina koleksiyonê ye. Dewlet an jî şaredariyên Dîlokê bi tu awayî alîkariya Kaplan nakin, ji ber wê jî koleksiyon, li Dîlokê di xaniyekî ruxiyayî û kevnare de ye. Ji ber vê jî kesên ku serdana koleksiyonê dikin çi qas kêfxweş bibin, ewqas jî xemgîn dibin. ‘EV DER DÎROK Û HAFIZEYA CÎHANÊ YE’ Kaplan diyar kir ku, ew ne cihê wî bi tenê ye koleksiyon cihê hemû mirovên cîhanê ye û wiha got: “Mijara me ne pere ye, li vir dîrok û hafızeya cîhanê heye. Dema kesek tê vir jiyana wî wek şerîdeke filman li ber çavan derbas dibe. Ev koleksiyon di nava dîrok û jiyana gelan de pirek e." ‘KESÊN JI BO PEREYAN DIMIRIN DI BIN AXÊ DE NE, LÊ PERE LI VIR IN’ Kaplan dest nîşan kir ku, mirovan di hemû demên dîrokê de ji bo pereyan têkoşiyane û wiha domand: “Ew kesên ji bo pereyan dil hiştine, kes kuştine, guneh kirine, kêfxweş bûne niha di bin axê de ne. Lê ev pere hîn jî li vir e. Ji ber wê jî pere şeytan e. Pere xapînok e.” ‘NE EZ, PERE MIN DIBÎNE’ Li ser pirsa me ya “çawa evqas pere kom kiriye” Kaplan wiha bersiv da: “Hûn niha hatin û di çenteyê we de pereyê Iraqê ku ew 3 sal e we veşartî hebû. Min ew ji we girt. Yanî ne ez, pere min dibîne.” ‘HEKE XWEDÎ LÊ DERNEKEVIN, DÊ EV DÎROK VEGERE HOLLANDAYÊ’ Kaplan da zanîn ku, li Dîlokê kes xwedî li koleksiyona wî dernakeve û wiha got: “Eger dewlet xwedî li koleksiyonê dernekeve, piştî ez mirim dê bê xwedî bimîne. Neçarim dîsan koleksîyonê bişînim Hollandayê.” ‘DEMA TURÎST TÊN VIR EZ ŞERM DIKIM’ Yek ji kesên ku serdana koleksiyonê kirî jî Nuretîn Înanç (45) e. Înanç diyar kir ku, divê dewlet xwedî li vê kedê derbikeve û wiha axivî: “Min di temenê xwe de tiştek wisan nedîtiye. Dema turist tên vir ez şerm dikim. Divê xwedî li vir derkevin.”