'Li gel hemû çewisandinan jî xebat berdewam in' 2017-03-24 09:23:05 DÎLOK - Li Diloka ku hevserokên HDP'a Bajêr û gelek rêveberên wê girtî û di bin çavan de ne, li gel hemû çewisandinan jî xebatên ji bo referandûmê didomin. Endamê Lijneya Rêvebir a Meclîsa HDP’ê yê Dîlokê Mehmet Karayilan wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi tirsê hişmendiya dîktatorî bide pejirandin. Lê çewisandin, bandorê li xebatên me nakin. Em ji bo hilbijartinê amade ne.” Roj bi roj hilbijartina referandûma 16’ê Nîsanê nêz dibe. Li Dîlokê jî eniya 'Na'yê bê navber xebatên xwe berdewam dike. Partiya herî ku di bin çewisandinan de xebatên xwe bi rê ve dibe jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Erkan Şahîn ev meheke girtiye û Hevseroka Dîlokê Guler Erat jî ev hefteyeke di bin çavan de ye. Dîsa li aliyê din jî bi dehan xebatkarên HDP û hevgirtiyên wê girtî ne û di bin çavan de ne. Endamê Lijneya Rêvebir a Meclîsa HDP’ê yê Dîlokê Mehmet Karayilan çewisandinên li ser HDP’ê û li gel van çewisandinan jî xebatên ku bi rê ve dibin nirxandin. ‘DIXWAZIN BI TIRSÊ HIŞMENDIYA DÎKTATORÎ ERÊ BIKIN’ Karayilan diyar kir ku, ji xwe ew di serdemeke ku huqûq û demokrasî ji holê hatiye rakirin de diçin referandumê û wiha got: “Wek parti hevserok û parlementerên me hatin binçavkirin û girtin. Ji xwe ev jî dide nîşan ku di nava derfetên me û yên desthilatdariyê de bi qasî çiyayekî ferq heye. Bi awayekî derhuqûqî hevalên me dîl girtine.” Karayilan dest nîşan kir ku, armanca desthilatdariyê ew e ku rewşa OHAL’ê ya heyî bi tirsê bi gel bidin pejirandin û hişmendiya dîktatorî fermî bikin. ‘XEBATÊN ME BI HÊZEK XURT BERDEWAM DIKIN’ Karayilan dest nîşan kir ku, niha li Dîlokê her du hevserokên wan jî dîlgirtîne û wiha domand: “Çewisandin me ji xebaten me dur naxe. Xebatên me yê ji bo 'Na'yê bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Me komîsyonên xwe yên taxan û navçeyan amade kirine. Hêjmara xebatkarên sindoqan temam e. Em ê sindoqên xwe biparêzin. Em zêdetir civînên malan dikin. Em mal bi mal digerin. Civînan bi gel re dikin. Li kolanan bi gel re tên cem hevdu. Çawa ku HDP’ê di 7’ê Hezîranê de hêviyek da gel, niha jî bi 'Na'yê hêviyê dide gel.”