'Polis ji qanûnan hêzê digirin 2017-03-24 09:25:00 AMED - Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz Muhterem Suren têkildarî kuştina Kemal Kurkut ê di Newrozê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin diyar kir ku polîs ji Qanûna Selahiyet û Vaziyet a Polîsan (PVSK) hêzê digire. Suren kuştin wekî înfaz binav kir. Xwendekarê Beşa Muzîkê yê Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut di 21'ê Adarê roja Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Têkildarî kuştina Kurkut parazvanê mafên mirovan û rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz. Muhterem Suren, anî ziman ku ev yek înfaz e û dê wekî ÎHD'ê şopdarê vê yekê bin. POLÎSAN TÎŞORTÊ WÎ TERXISTIN Prz. Suren, anî ziman ku wekî ÎHD'ê ji bo çavdêriyê bikin û îhlalên mafên mirovan bişopînin di saetên serê sibê de çûn qada Newrozê û wiha got: "Dema em çûn qadê kesên dihatin qadê û dixwestin têkevin qada Newrozê rastî tahrîka polisan û astengiyên polîsan dihatin. Polîsan ew sor dikirin. Kesên bi cilên gelêrî dihatin qadê polîsan ew radiwestandin û destûr nedan ku bi cilên gelêrî dakevin qadê. Em di wêneyên Kemal de jî dibînin ku ji bo têkeve qadê bi polîsan re diaxive. Tê gotin ku Kemal tîşortê Kurdistan li ser hatiye nivîsandin li xwe kiriye. Polîs bi zorê tîşort ji ser wî dadixin. Dema tîşort derxistine jî heqaret lê kirine. Xwestine şalê wî jî derxin. Tê gotin ku Kemal bertek nîşanî vê yekê daye û hêrs bûye. Polisan ji pişt ve gule berdanê. ‘TEQEZ KIRIN HEDEF Suren, anî ziman ku di wêneyan de jî tê dîtin ku teqez Kurkut bi zanebûn hatiye hedefgirtin û ev yek înfaz e. Suren, anî ziman ku tu sedema ku Kemal bikin hedef û bikujin tuneye û wiha got: "Divê pirsa çi sedema kuştinê hebû bê pirsîn? Walî di daxuyaniya ewil de dibêje "Şika bombeya zind8î" hebû. Lê mirovekî nîv tazî dê çawa bibe bombeya zindî. Lêpirsîna polisan a Kemal ewe ku wî bikujin û sor kirine. Bûyer hemû polîtîk û bi zanebûn e. ‘AŞKERE ÎNFAZ E' Suren, da zanîn ku di milê hiqûqî de bi awayekî aşkere înfaz e û wiha got: “Ev mafê îhlala jiyanê ye. Çiqas şikdar be jî divê mirovek bi vî rengî neyê kuştin. Polîs bi awayekî aşkere bê sînor mudaxale dikin û dikujin. Kemal hat kuştin û mafê wî yê jiyanê hat îhlalkirin Bi zanebûn ew kuştine û sûc kirine. Ji ber ku polîs hêza xwe ji Qanûna Selahiyet û Vaziyet a Polîsan (PVSK) digirin. Ev kuştin înfaz e. Polîs herî zêde pişta xwe dide PVSK’ê. 'DI RAPORÊ DE XWE MAFDAR DERDIXIN' Suren, anî ziman ku dê di raporê de bêjin "Me hişyariya raweste kiriye lê ranewestiya ye" xwe bi vê xalê mafdar derdxin. Gelek caran polîs ji ber vê xalê tên parastin û nayên cezakirin. PSVK bi awayekî aşkere maf û hêza kuştinê dide polisan. Ev xal polîsan wêrek dike û wan teşwîkî kuştinê dike." Suren, da zanîn ku polîs li diji welatiyan bi feraseta cudakar tev digerin û dema mijar dibe kurd dikevin nava cudakariyê û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Bi taybetî dema mijar dibe pirozbahiya Newroz, mîtîng û şahiyên kurdan, wan bêtir bêzar dikin. Kuştina Kemal a Newrozê ji ber nasnameya nijadî û siaysî ye. Di salên dawî de înfazên bê daraz zêde dibe. Divê dosya Kemal Kurkut jî li vê dosyaye bê zêdekirin. Daxuyaniya Walî a 'Me nedixwest wisa bibe' têr nake. Divê ev kes bên darizandin û cezakirin. Divê hikûmet dest ji van polîtîkayan berdin û qanûnê biguherînin."