MAK: 'Erê' ji sedî 45 e 2017-03-24 09:26:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anketa Şêwirmendiya MAK'ê ji hilbijêrên AKP'ê ji sedî 10 û hilbijêrên MHP'ê jî ji sedî 70'ê dibêjin 'Na'. Li gorî anketê rêjeya 'erê' jî ji sedî 45-47 e. Li gorî Fîrmaya Piştevaniya MAK'ê di refrandumê de 'Erê' bi ser nakeve. Serokê Rêveberiya Şîrketa Şêwirmendiya MAK'ê Mehmet Ali Kulat encama anketê parve kir û diyar kir ku rêjeya 'Erê' ji sedî 45-47 e. Kulat anî ziman ku hilbijêrên AKP'ê ji sedî 10 nabêjin erê. Kulat, da zanîn ku di anketê de hilbijêrên MHP'ê jî ji sedî 30 dibêjin 'Erê' û ji sedî 70’ê jî nabêjin 'Erê' Li gorî nûçeya Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê Erdem Gul ku li ser anketa Firmaya Piştevnaiya MAK'ê ku nêzî AKP'ê ye di hilbijartinê de 'Erê' bi ser nakeve. Serokê Fîrmaya Piştevaniya MAK'ê Mehmet Ali Kulat, anî ziman ku heta niha rewşek di tu hilbijartinan de derneketiye holê heye. Kulat, da zanîn ku hilbijêrên AKP'ê ji sedî 10 û hilbijêrên MHP'ê jî ji sedî 70 nabêjin 'erê' Kulat, da zanîn ku rêjeya 'Erê' di navbera 45-47'an de ye û di referandumê re derbas nabe. Kulat, anî zimn ku partiya di hilbijartinê de ji sedî 50 stendiye di refrandmê de tevî MHP'ê referandume derbas nakin.