Di 10 salan de 17 zarokên keç û 2404 pitikan jiyana xwe ji dest da 2017-03-24 10:52:34 ENQERE - Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê di 10 salan de 17 zarokên keç ên di bin 18 saliyê de ku zarok anîne dinê û 2 hezar û 404 pitikan jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê qanûna ku zarokên rastî îstîsmarê tên dê bi îstîsmarkarên xwe re bê zewicandin ji ber bertekên jinan paşde hat kişandin û ev nîşan dide ku zarok rastî kîjan pêkanînan tên. Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê di salên 2007-2017’an de 2 hezar û 404 zarokên ku ji aliyê keçên ku temenê wan di bin 18 salî de ne jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên di bersiba pirsnameyekê hatiye dayîn de 17 keçên 17 salî ên zarok anîne dinê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî hêjmaran di 2017’an de li Mûşê zarokên 16 salî 1, 2016 li Bedlîsê 16 salî 1, Amedê 16 salî 1, 2015 li Êlihê 16 salî 1, 2014 li Amedê 17 salî 1, 2013 li Sakarya 17 salî 1, 2013 li Îzmîr 17 salî 1, 2011 li Hatayê 17 salî 1, 2011 li Wanê 14 salî 1, 2010 li Rihayê 17 salî 1, 2010 li Tekîrdag 16 salî 1, 2009 li li Agiriyê 15 salî 1, 2009 li Mûşê 16 salî 1, 2008 li Stenbolê 17 salî 1, 2007 li Dîlokê 17 salî 1, 2007 li Mêrsînê 17 salî 1, 2007 li Uşakê 16 salî 1 di dema zayînê de jiyana xwe ji dest dane. Hêjmara kesên k udi bin 18 saliyê de ne û bûne dayîk di 2007’an de 309, 2008’an de 266, 2009’an de 311, 2010’an de 255, 2011’an de 205, 2012’yan de 225, 2013’yan de 225, 2014’an de 218, 2015’an de 191, 2016’an de 191, 2017’an de 8.