Pîr: Newrozê çewisandin têk bir 2017-03-24 11:40:56 AMED - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pir, têkildarî Newroza 2017'an nirxandin kir û diyar kir û got: "Bi Newroza 2017’an ku di şert û mercên herî giran ên faşîzmê de hat pîrozkirin, gelê kurd plana çokdanînê ya ku ev du sal in bi armanca pelçiqandin û çewisandina gel tê meşandin, têk bir. Bi milyonan mirov li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadên Newrozê ji hemû dinyayê re got ku kes nikare bi kurdan çok bide danîn. Careke din hat nîşandan ku gelê Newrozê û ruhê Newrozê tu carî têk naçe." Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr têkildarî wate û girîngiya Newroza îsal nirxandinên girîng kirin. Pir anî ziman ku gelê kurd di Newroza îsal de carek din nîşan daye ku gelê kurd serî li dijî zilmê danîne û çewistan têk biriye. Nivîsa Nivîskar Salih Cuma Pîr wiha ye: Newroza ku têk dibe! Bi Newroza 2017’an re ku di şert û mercên herî giran ên faşîzmê de hat pîrozkirin, gelê kurd plana çokdanînê ya ku ev du sal in bi armanca pelçiqandin û çewisandina gel tê meşandin, têk bir. Bi milyonan mirov li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadên Newrozê ji hemû dinyayê re got ku kes nikare bi kurdan çok bide danîn. Careke din hat nîşandan ku gelê Newrozê û ruhê Newrozê tu carî têk naçe. Di Newroza 2017’an de Cizîra ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de hat wêrankirin û şewitandin, di dîroka xwe ya birûmet de çi kiribû dîsa heman tişt kir. Cizîra ku bajarê serhildanên Kurdistanê ye, careke din rabû ser piyan û îradeya jiyana azad a kurdan danî holê. Cizîrê nîşan da ku ew bajarekî wisa ye ku kesên di nav dilê wan de hesreta azadî û demokrasiyê hebin, li berê bejna xwe bitewînin. Em jî di şexsê gelê Cizîrê de bejna xwe li ber îradeya jiyana azad a gelê kurd bi rêzdarî ditewînin. Newroza 2017’an nîşan da ku li Cizîrê û di berxwedana xwerêveberiyan de her bombeyeke tangê ku pê bajarên kurdan rûxandin, di esasê xwe de her yek ji wan bûye bombeya ku mêtingeriya tevkujer pê xwe birûxîne. Mêtingeriya tevkujer bi zilma ku di sala 2016’an de li Kurdistanê kir, xwe qedand. Jixwe armanca berxwedana xwerêveberiyan jî ew bû ku mêtingeriya tevkujer li Kurdistanê bê bandor bike û gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Her çend ku mêtingeriya tevkujer di milê leşkerî de hebûna xwe bidomîne jî bandora wê ya siyasî bi dawî bûye. Di vê çarçoveyê de berxwedana ku ev serê du salan e ji aliyê gelê kurd û Tevgera Azadiyê ve tê domandin, bi ser ketiye. Vê yekê nîşanî me daye ku dê gelê kurd xwerêveberiya xwe teqez bi sazûman bike û xweseriya xwe bi dest bixe. Li ser vî esasî dirûşma Newroza 2017’an ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ hêj ji niha ve bûye rastî. Berxwedana gelê kurd û ew ruhê wî yê ku têk naçe, bûyîna gelê Newrozê hema wisa jixweber û bi raperîneke hahanka (bi carekê) pêk nehatiye. Bi saya serê têkoşîna 45 salan kurdan xwe her roj ji nû ve afirand, xwe kir hêzek û îro ro bûye gelê Newrozê. Ne tenê nifşek lê belê bi saya serê têkoşîna nifşan vî gelî xwe ji ariya xwe afirand û xwe gihand îro. Ev gel wisa bi tang û topan nayê têkbirin. Jixwe hat dîtin ku li Cizîrê her çi qas tax hatibin xerakirin jî li Cizîrê dewletê nekarî îradeya azadiyê ya gel bişikîne. Newroza 2017’an nîşan da ku bi têkoşîna 45 salan gelê kurd karaktereke çawa qezenc kiriye. Newroza 2017’an rastiya kurd nîşanî hemû dost û dijminan da. Di Newrozê de jî hat dîtin ku dewleta tirk li dor armanceke ku dê tu carî nebe serî xwe dixapîne. Îradeya kurdan nayê şikandin, kurd nayên çewisandin û pelçiqandin. Suleyman Soyluyê ku wek Çîller dibêje; “Yan dê biqede yan dê biqede”, di esasê xwe de nîşan dide ku ew bi xwe ketine nav şerekî ku di dawiyê de dê xwe biqedînin. Di esasê xwe de Suleyman Soylu wekî ku bi aşê avê re şer bike, bi ruhê Newrozê re bi gelê Newrozê re şer dike. Dibe ku çend bajar bên rûxandin, dibe ku bi hezaran kurd bên kuştin lê belê ruhê Newrozê tu carî nayê kuştin; gelê Newrozê tu carî têk naçe. Newroza 2017’an ev rastî careke din îspat kir. Di sala 2016’an de mêtingeriya tevkujer wekî ku di sala 1930’an de digot; “Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin” heman gotin dubare dikir. Newroza 2017’an di esasê xwe de nîşan da ku mêtingeriya tevkujer bi xwe di nav dinyayeke xeyalî de dijî. Gelê Newrozê hemû xewn û xeyalên mêtingeriya tevkujer têk birin. Êdî tu hêzeke tevkujer li dijî gelê Newrozê wisa serkeftinên erzan nikare bi dest bixe. Newroza 2017’an bû Newroza herî dîrokî ya di dîroka Kurdistanê de. Newroza 2017’an bû Newroza ku encamên wê yên siyasî ji yên din hemûyan mezintir be. Dê ev Newroz jî wekî Newrozên 1990’î ku pê şoreşa vejînê pêk hat, bandorên xwe hebin. Rêberê Gelê Kurd gotibû; “Vejîn temam e, îcar dora rizgariyê ye.” Newroza 2017’an bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin” bû destpêka sazûmankirina rizgariyê. Newroza 2017’an a ku plana çokdanînê rûxand û helişand, di heman demê de mizgîniya nêzîkbûna rizgariyê jî da. Newroza 2017’an ne bi tenê li bakurê Kurdistanê li Rojava, Başûr, Rojhilat û li Ewropayê jî bi coş û peroşeke bêhempa hat pîrozkirin. Ev pîrozbahî di heman demê de ne tenê li bakurê Kurdistanê di heman demê de li hemû parçeyên welat û li derveyî welat, bûn îlana têkçûna êrîşên mêtingeriya tevkujer. Îktîdara AKP-MHP’ê digot; “Ez ê êrîşî vir û wir bikim” Lê gelê kurd jî di Newrozên li parçarçeyên Kurdistanê de ji wan re got; “Heke hûn bên, hûn ê ji xwe re zanibin.” Newroza 2017’an mil û maxê mêtingeriya tevkujer şikandin. Bi vê Newrozê re êdî taqet û mecala îktîdara AKP-MHP’ê nemaye ku êrîşî vir û wir bike. Vê îktîdarê li ber ezameta ruhê Newrozê û gelê Newrozê çok daniye. Silav li gelê ku di Newroza 2017’an de rabû ser piyan! Silav ji Cizîr, Gever, Amed û Wanê re. Silav ji hemû gelê Newrozê re ku li her derê rabû ser piyan!