Nûçegihanê me Keleş 4 roj in di binçavan de ye 2017-03-24 12:13:50 WAN - Nûçegihanê me Selman Keleş ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin hê jî di bin çavan de ye. Li bendê ye ku nûçegihanê me Hayrî Demîr jî îro derxînin dozgeriyê. Nûçegihanê me Selmna Keleş ê ku di 20'ê Adarê de bi xebatkarên Şaredariya Riya Armûşê Arîf Aslan re hatin binçavkirin 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. Keleş û Aslan ên ku derûdora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nûçe dişopandin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin û amûrên wan ên teknîkî hatin desteserkirin li bendê ye ku sibehê derxînin dozgeriyê. Li aliyê din nûçegihanê me Hayrî Demîr ê ku li Enqereyê di 16'ê Adarê de ji mala xwe hate binçavkirin jî li bendê ye ku îro derxînin Edliyeya Enqereyê.