Mamoste îstîsmara zayendî kir hat berdan 2017-03-24 13:22:47 ANTALYA - Li Navçeya Kumluca ya Antalya mamosteyê ku wekîlê midûrê dibistanê ye, li dijî xwendekarê xwe îstîsmara zayendî pêk anî. Mamoste li dozgeriyê serbest hat berdan. Li Navçeya Kumluca ya Antalyayê mamosteyê cîgirê midûrê dibistanê yê bi navê O.T., di maşîneyê de li dijî xwendekarê xwe îstîsmara zayendî pêk anî. Şahidê ku bûyer dîtin agahî dan cendirmeyan. Li ser vê yekê cîgirê Midûrê Dibistana navîn O.T., li ser bûyerê hat zeftkirin. Mamoste O.T., tevî xwendekarê lîseyê ku navê wî nehat diyar kirin hatin binçavkirin. Piştî karê qereqolê O.T. sewqî dozgeriyê hatin kirin û li dozgeriyê serbest hatin berdan.