Operasyonên binçavkirin û girtinê: 8 binçavî 12 girtin 2017-03-24 13:26:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên didomin de li Osmaniyeyê 8 kes hatin binçavkirin. Li Bursa û Mûşê 12 kes hatin giritn û li Dersimê jî 4 kes hatin berdan. Li Osmaniyeyê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. Li malên ku deriyê wan hatin şikandin û lêgerîn hat pêk anîn welatiyên bi navê Fesîh Aktaş, Mahîr Eren, Seyîthan Eren, Abîdîn Eren, Alî Firat Çelîk, Mazlum Car, Murat Ozcan û Denîz Kisacik hatin binçavkirin. Derbarê hinceta binçavkirina 8 kesên birin Midûryeta Polîsan a Bajar de agahiyek ne hat bidestxistin. 7 KES HATIN BERDAN Li aliyê din beriya Newrozê di encamaoperasyonên li Osmaniyeyê de 7 kes hatibûn binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hatin kirin û hatin berdan. LI BURSAYÊ 6 KES HATIN GIRTIN Li Bursayê di serdegirtina malan a 16’ê Adarê de 21 kesên di nava wan de parêzer Sînem Varli û rêveberên HDP û DBP’ê jî hene hatibûn binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî dozger îfadeya wan girtin 3 kes hatin berdan û 18 kes jî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgerê nobedar hat kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê Abdullah Taş, Dogan Taş, Sînan Goren, Mehmet Selîm Buyuk, Fevzî Eryat û Nîhat Karaman hatin girin û 12 kes jî hatin berdan. HEVSEROKÊ DBP’Ê UYGUR HAT GIRTIN Li Mûşê di serdegirtina malan a di 20’ê Adarê de 19 kesên ku rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de hene hatibûn binçavkirin û piştî karên wan ên li midûryetê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê, 19 kesên bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” sewqî dadgehê hatin kirin 12 kesn hatin berdan û Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Faruk Uygur û hevserokê HDP’ê yê bajar ê bere Abdurahman Çapîn jî di nav de 7 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. LI DERSIMÊ 7 KES HATIN BERDAN Li Dersimê di 22’yê Adarê de polîsan bi ser malan de girtin û 4 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di saetên şevê de bi hinceta “endamên rêxistinê ne” û bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora civakî hatin binçavkirin piştî li dozgeriyê îfade dan, Rêveberê Giştî yê Weşana Radyoya Munzurê Mehmet Çagri bi “qedexeya derketina derve” endama PM’ê ya DBP’ê Emel Temel, xebatkarên ji şeredariyê hatine îxraçkirin Ayten Kordu û Nazli Çelîk jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 3 kesên di nava wan de endamên PM’ê yên DBP’ê û rêveberên DBP’ê jî hene hêjî li midûryeta polîsan tên ragirtin.