Cenazeyê Rojnameger Nûjiyan dê li Şengalê bê definkirin 2017-03-24 13:38:59 ŞENGAL - Cenazeyê Rojnameger Nûjiyan Erhan a di 3'ê Adarê de dema êrîşên komên pêşmergeyên KDP'ê yên li dijî Şengalê dişond ji aliyê KDP'iyan ve hat birîndar kirin û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da dê li Şengalê bê defin kirin. Cenazeyê Rojnaemger Nujiyan Erhan dê sibê li Şengalê bi merasimek girseyî bê definkirin. Rojnameger Nujiyan Erhan, dema komên çekdar ên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adarê de êrîşî bajarokê Xanesorê ya Şengalê kirin, nûçe dişopand. Erhan dema nûçe dişopand bi guleya pêşbergeyan ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûbû, ji bo tedaviyê rakiribûn nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê. Erhan a bi rojane di beja lezgîn de dihat tedawîkirin, li rexmê hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin piştî 19 rojan di şeva 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlvan a Rihayê hatiye dinê. Akyildiz ku di sala 2005'an de tevî komek hevalên xwe ji bo şerê li herêmê bi dawî bibe bûbû mertalên zindî û derblasî Qandîlê bûbû. ji 2014'an heta niha li Şengalê rojnamegeriyê dike û heta niha ji gelek kovar rojname û malperan re nivîs nivîsandin. Piştî duh Nûjiyan jiyana xwe ji dest da dê sibê cenazeyê wê bi merasimekê li Şengalê bê defin kirin.