Baydemîr ê çû sersaxiya Kurkut: Gule ji çeka kê derket diyar e çima hê jî girtinek tuneye! 2017-03-24 14:13:05 MELETÎ - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê ji bo sersaxiya Kemal Kurkut ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin pirsa "Her tişt zelal e, delîl li holê ne ji çeka kê gule derketiye diyar e lê ligel vê yekê jî hê jî girtinek tuneye" kir. Serdanên sersaxiyê yên ji bo Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin li navçeya Battalgazî ya Meletiyê berdewam dike. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim jî di nav de komek ji bo sersaxiyê çû serdana malbatê. Baydemîr ji bo malbatê sersaxî xwest û wiha got: "Canê me, birayê me Kemal bi zilm û helwestekî nemirovê ji me girtin. Heq şahid e ku ev canê me yê yekem nîne ji me hatiye girtin. Ev Kemalê me yê yekem nîne ji me hatiye girtin. Werin em bi hevre destê xwe ji heq re vekir. Em dua bikin ku ev bila bibê canê me yê dawî yê ji me hatiye stendin." Baydemîr anî ziman ku ji bo êşa malbatê parve bikin hatine û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em êşa xwebirayan di dilê xwe de hîs bikin û vî êşê parve bikin li vir in. Çawa heqîqet derket holê niha jî ji bo edalet bi cih bê em ê bi hemû hêza xwe ve bixebitin. Ji bo maf, hiqûqa canê me Kemal bi cih bê û kujer bêceza nemînin em ê hewl bidin. Piştgiriya hiqûqî bidin. Şahidên bûyerê, belge, wêne hene. Ev dê ji kesên kirine re nemîne. Divê kujer bên darizandin. Her tişt zelal e, delîl li holê ne ji çeka kê gule derketiye diyar e lê ligel vê yekê jî hê jî girtinek tuneye." Baydemîr diyar kir ku ew ê heta dawî têkoşîna hiqûqî bidin û wiha got: "Divê bedela vî di hiqûqî de bê dayîn ku Kemalên din neyên qetilkirin. Em bang li Wezîrê Dadê, Serokwezîr dikin. Nedîtina vî cînayetê, wan ji kar negirtin şirîktiya vî cînayetê ye. Serokwezîr, Wezîrê Dadê ev berpirsyarî li ser milê we ye. Em ê heta ku ew dadgeh bê danîn hewldana xwe bidomînin." Piştî axaftinan pîrê elewî dua xwend û heyeta HDP'ê jî ji sersaxiyê veqetiya.