Stenbolî: Êdî bes e ji bo kuştin û îstîsmarê Na 2017-03-24 14:25:01 STENBOL - Welatiyên Stenbolê bertek û nerazibûnên xwe li dijî polîtîkayên îktîdarê anîn ziman û diyar kirin ku ji bo îstismara li dijî zarokan û kuştinan dibêjin êdî bes e û dê di hilbijartina referandumê de bêjin 'Na' Referanduma Qanûna Bingehîn dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê. Helwestên "Na" her ku diçe xurt û belav dibe. Kesên li dijî guhertina qanûnan di referandumê de bêjin "Na" bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan xwest her kes li dijî kuştin, destdirêjî û îstîsmara zarokan rawestin û bêjin "Na". Welatiyên Stenbolê dan zanîn ku dibêjin Êdî bes e û tundiyê naxwazin. Welatî Emine Koçlu, bal kişand ser kuştina jinan û wiha got: "Ne xizmeta perwerdehiyê û ne jî ya tenduristiyê heye. Ji ber tunebûna xizmeta perwerde û tenduristiyê em dibêjin "Na na na". Em bang li kesên dibêjin 'Erê' jî dikin û dixwazin ew jî baş bifikirin û hilbijartinek rast bikin. Em ji bo mirovahiyê dibêjin 'Na'." Welatî Çetin Aslan jî anî ziman ku ew ji bo rojên bi xêr dibêje "Na" û wiha got: "Ji bo rojên bi xêr pêş bikevin û zext û tundî bi dawî bibin ez dê bêjim na." Welatî Yusuf Alp jî anî ziman ku gelek sedemên bêjin "Na" Heye û wiha got: "Ji bo îstîsmara zarokan û kuştina mirovan bi dawî bibe em dibêjin 'Na' û divê her kes bêjin Na." Welatî Ugur Karadaş jî anî ziman ku ew ji bo pêşeroja xwe dibêjin "Na" û xwes t her kes li dijî tîktatoriyê dengê xwe bilind bike û got: "Vîna gelê kurd hneye. Em dê ji Serokatiya Erdogan re bêjin "na" û wî nakin serokdewlet. Welatiya bi navê Jana Turk jî anî ziman ku gelek sedemên wan ên "Na" heye û wiha got: "Ji bo min 20 sedemên min hene. Welatî Yuksel Arslan Demir jî anî ziman ku ji bo kurd ne azad in dibêje "Na" 'Na Na Na' Nasife Esraf, jî bertekên xwe yên li dijî îktîdarê anî ziman û wiha got: "Em vê pergalê qebûl nakin. Dixwazin pergala Osmanî ji nûve zindî bikin. Em destûr nadin vê yekê." Welatiya Stenbolê Sabriye Karayel jî bertekên xwi wiha anî ziman: "Na, Na, Na, hezar caran Na. Êdî Bes e. Ciwanên me zarokên me tên kuştin. Ji kuştin û tundiyê re Êdî bes e û em dibêjin 'Na'." Welatîe Mehmet Goktepe, Nevin Ozçelikoglu Hatice Gazioglu, Şebnem Sunnetçioglu û Munevver Baysal jî anîn ziman ku ew ji bo mafê kurdan, kuştinên li Cizîr û bajarên herêmê û zilma li ser gelê kurd tê meşandin dibêjin na û destûr nadin ku ev pergal bi ser bikeve. Welatiyan da zanîn ku dê di 16'ê Nîsanê de "Na" bi ser bikeve.