Nûçegihanê me Demîr sewqî dadgehê hat kirin 2017-03-24 14:42:19 ENQERE - Nûçegihanê me Hayrî Demîr û rojnameger Emrah Erdogan ê hatibûn binçavkirin bi îdiaya "li ser navê rêxistinê xebat kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûçeyên Demîr ên ku li Rojava çêkiribû wekî hêmayên sûc hatin pirsîn. Nûçegihanê me Hayrî Demîr ê di 16'ê Adarê de ji mala xwe ya Enqereyê hate binçavkirin û rojnameger Emrah Erdogan ê di heman dosyayê de hatibû binçavkirin piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Demîr di îfadeya xwe dozgeriyê de got ku li Meclîsê nûçegihaniyê dike û bi parlamenteran re hevpeyvînan dike, kartên xwe yê çapemeniyê pêşkêşî dozgeriyê kir. Li dozgeriyê nûçeyên ku Demîr li Rojava çêkirine û parvekirinên wî yên di çapemeniya civakî de jê hatin pirsîn. Demîr got ku nûçeyên ku çêkirine xebatên rojnamegeriyê ye û wiha axivî: "Ez ji bo nûçe çêkim çûm Kobanê. Li wir wêneyên endamên YPG'ê kişand û bi wan re hevpeyvîn çêkir. Nûçeyên ku min çêkirn di ÎMC TV, Hayat TV, Gun TV û rojnameya Mîlliyetê de hatin weşandin. Dosyayên bi sernavê Kembera Azadiyê Rojava 5,6, 7, 8, 9, 10 ên ku min parvekiriye dosyayên ku di nav de ez jî heme me çêkiriye. Di pêvajoya ku ez li Sûriyeyê bûn vîdeo û wêneyên ku min çêkiriye hem di malpera xwe ya înternetê û çapemeniya civakê de parve kiriye hemû xebatên rojnamegeriyê ye." Piştî îfadeyan Demîr û Erdogan bi îdiaya "li ser navê rêxistinê xebat kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehe hatin kirin.