MAZLUMDER a hatiye girtin ji bo Kurkut daxuyanî da 2017-03-24 16:19:32 AMED - MAZLUMDER’a Amedê ya ku 16 şaxên wê ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hat girtin di hesaba xwe ya Twitterê de ji bo Kemal Kurkut de daxuyaniyek da. MAZLUMDER a ku Rêveberiya Navenda Giştî ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hat guhertin, şaxên wê yên Amed û Colemêrg jî di nav de 16 şaxên wê hat girtin. Yek ji şaxên hatine girtin MAZLUMDER’a Amedê ji bo Kemal Kurkut ê ku ji aliyê polîsan ve di Newrozê de hat qetilkirin di hesaba xwe ya Twitterê de daxuyaniyek da. MAZLUMDE’a Amedê diyar kir ku ew cînayeta Kemal Kurkut şermezar dikin, daxwaza lêpirsîna adilane kir û ev tişt parvekir: “21’ê Adara 2017’an di pîrozbahiyên Newroza Amedê de, di encama gulereşandina polîsan de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Amedê di daxuyaniya dayîn de gotiye ku ji ber îxtîmala Kemal Kurtuk bombeya zindî be “ji bo ewlehiya canê kesên li qadê bê parastin” ji aliyê polîsan ve hatiye mudaxelekirin. MAFÊ JIYANÊ YÊ CIWANÊ ME HATIYE BINPÊKIRIN Lê di dîmenên ku di çapemeniyê de hatine weşandin de xuya dibe ku di deste Kemal Kurkut de tene kêr heye, tazî ye, pişta wî li polîsan dema ber bi qadê ve dibeze hinek polîsan Kurkut hedef girtine û güle berdane. Polîsek hişyariya “gule bernedin” lê di encama guleberdana polîsan de Kurkut ji paşde güle dixwe û jiyana xwe ji dest dide. Ji dîmenan jî tê fêmkirin ku êrîşa bi çek a li dijî Kurkut hatiye pêkanîn mafê ciwanê me hatiye binpêkirin.” Di daxuyaniyê de hat xwestin ku berpirsyar bên darizandin û ev tişt hatin diyarkirin: “Em wekî MAZLUNDER’a Amedê qetilkirina Kemal Kurkut şermezar dikin û ji malbata wî re sersaxî dixwazin. Dixwazin polîsên ku bûne sedema mirina ciwanê me bên dîtin, bi sedema peywira xwe xirab bikar aniye û mafê jiyanê binpêkiriye bê darizandin.”