Piştî 8 salan Doza Sereke ya KCK'ê bi dawî dibePiraniya dadwer, dozger û polîs girtî neÎtirazên 'Kûmpasî' hatin redkirin 2017-03-25 09:18:51 AMED - Dê di 27'ê Adarê de biryara der barê "Doza Sereke ya KCK'ê" de ya di 2009'an di bin navê "KCK"ê de li Amedê dest pê kir û paşê berbelavî hemû bajaran bû, bê daxuyandin. Piraniya dadwer, dozger û polîsên di dozê de cih digirtin ji endamtiya "FETO/PDY"yê hatin îxrackirin û hin jê jî hatin girtin. Di sala 2009'an de dema pirsgirêka kurd di çarçoveyeke demokratîk û aştiyane de dihat nîqaşkirin, di bin navê "KCK"ê de operasyon hatin lidarxistin û di van operasyonan de bi hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin. Tê payîn ku dê biryara der barê "Doza Sereke ya KCK'ê" de di 27'ê Adarê de bê daxuyandin. KCK, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 13'ê Nîsana 2009'an heta 1'ê Hezîranê biryara agirbesteke yekalî daxuyand û beriya îlankirina agirbestê di 11'ê Adara 2009'an de Serokomarê wê demê Abdullah Gul, di vegera serdana Îranê di balafirê de gotibû "Dê di warê pirsgirêka kurd de tiştên baş çêbibin". Pişt re hikûmeta AK Partiyê jî di bin navê "Pirsgirêka kurd/demokratîkbûyînê" de daxuyand ku wan dest bi projeyekê kiriye. Di heman serdemê de di navbera heyeta KCK'ê û dewletê de li Osloyê hevdîtin dest pê kirin. Li aliyekî ev geşedan diqewimîn, li aliyê din jî di 14'ê Nîsan, 17'ê Hezîran, 11'ê Îlon û 25'ê Kanûna 2009'an de, di bin navê "KCK"ê de 4 operasyonên cuda hatin lidarxistin. Di van operasyonan de siyasetmedarên kurd, parêzvanên mirovan, nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnamger, rewşenbîr û parêzer jî di nav de 151 kes hatin binçavkirin û ji vana 103 jê hatin girtin. Piştî DTP'ê di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de li herêmê bi ser ket, agirbest hat îlankirin. Piştî agirbestê di 14'ê Nîsanê de li Amedê di bin navê "KCK"ê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyon dest pê kirin û ev operasyon piştî demekê li hemû bajaran belav bûn. Di van operasyonan de rêveberên saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parêzer jî di nav de gelek kes hatin girtin û binçavkirin. Lêpirsîna "Doza Sereke ya KCK'ê" ya di 2009'an de dest pê kir û heta roja îroyîn didome, li Amedê di Sibata 2007'an de li ser "îxaberekê" dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsîna zêdeyî 2 salan doman de avahiyên DTP'ê, buroyên rêveberiyên herêmî, fealiyetên siyasî, civîn, hevdîtinên telefonan hatin guhdarkirin û qeyd kirin. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a bi operasyonên di bin navê "KCK'ê" de hat girtin û hemû fealiyetên siyasî yên BDP'ê bûn hedefa lêpirsînên cezayî. Ewil di 14'ê Nîsana 2009'an de li Amedê di bin navê "KCK'ê" de 72 siyasetmedar bi îdiaya "Rêveberên Meclîsa Tirkiyeyê yên KCK'ê" ne hatin binçavkirin. Ji vana algîrên hevserokên giştî yên DTP'ê jî di nav de 52 kes hatin girtin. BI OPERASYONAN BERSIVA HEMÛ GAVÊN JI BO ÇARESERIYÊ DIHATIN AVÊTIN DAN "KCK" agirbesta yekalî ya heta 1'ê Hezîranê îlankiribû, dema wê heta 15'ê Tîrmeha 2009'an dirêj kir. Piştî vê, pêla duyemîn a operasyonên "KCK"ê dest pê kirin. Di navbera 11-17'ê Hezîranê de li Amedê operasyon hatin destpêkirin. Di van operasyonan de rêveberên DTP'ê û hilbijêr jî di nav de 18 kes hatin girtin. Li gel van geşedanan hemûyan jî "KCK" dubare dema agirbesta yekalî dirêj kir û ev ji 15'ê Tîrmehê heta 1'ê Îlonê taloq kir. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Beşîr Atalay ku li ser navê hikûmetê koordînatoriya pêvajoyê dikir, daxuyaniyên wek "pêvajoya çareseriyê" bi awayekî erênî bi rê ve diçe dan. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan di 5'ê Tebaxa 2009'an de bi Hevserokê Giştî yê DBP'ê Ahmet Turk ê bi operasyonên "KCK"ê hat girtin re hevdîtin çêkir. Pişt re Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Tebaxê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di bin 10 sernavan de "Nexşeya Rê" ya 156 rûpelî berpêşî dewletê kir. Her çi qas "KCK" dema agirbestê taloqî 1'ê Îlonê kir jî, dewlet di 11'ê Îlonê de pêla 3'yemîn a operasyonên "KCK"ê da destpêkirin. Di vê pêla operasyonê de şaredar û endamên meclîsên bajaran jî de nav de 19 kes hatin binçavkirin û ji vana 10 kes jê hatin girtin. WÊNEYÊN KELEPÇEKIRÎ YÊN SIYASETMEDARÊN KURD SERWÎS KIRIN Li hêlekê hevdîtin dewam dikirin, li hêlekê jî di bin navê "KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên binçavkirin û girtinan dihatin lidarxistin. Ev operasyon bi xwe re, di warê çareseriyê de nebaweriyeke li hemberî hikûmetê jî anî. Tam di vê emê de Ocalan dubare ket dewrê û diyar kir ku "Di siyaseta demokratîk de xitimandineke cidî heye" û ji bo rê li ber pêvajoyê bê vekirin xwest Komên Aştiyê bên Tirkiyeyê. Li ser banga Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qendîl û Kampa Penaberan a Mexmûrê Koma Çareseriyaê ya Aştî û Demokratîk ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat, di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbasî Tirkiyeyê bû. Ev geşedan wek "Pêvajoya Xabûrê" hat binavkirin û hikûmet di destpêkê de bi awayekî erênî nêzî vê geşedanê bû, lê paşê tewra xwe guherand. Ji ber vê Koma Aştiyê ya li Ewropayê nehat Tirkiyeyê. Yên ji Xabûrê hatin Tirkiyeyê jî hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn. Operasyonên "KCK'ê" yên di 2009'an de dest pê kirin, pêla wê ya herî dawîn û herî mezin di navbera 9-25'ê Kanûnê de li Amed, Stenbol, Enqere, Sêrt, Wan, Şirnex, Êlih, Riha û Mêrdînê bi awayekî hevwext dest pê kirin. Di van operasyonên hevwext de 10 şaredarên DTP'î jî di nav de 76 siyasetmedar hatin binçavkirin. Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle û 7 şaredar jî di nav de 23 kes hatin girtin. Siyasetmedarên kurd ên di van operasyonan de hatin binçavkirin anîn Edliyeya Amedê. Li edliyeyê hemû hatin kelepçekirin û ew xistin yek rêzê. Bi vî awayî wêneyên wan hatin kişandin û serwîskirin. Ev kare bû sembola dozê. Piştî ev wêne bû cihê bertekên zêde, Wezareta Karên Navxweyî der barê kesên ev wêne kişandine de lêpirsîn da destpêkirin. Lê parêzer hîn jî ne xwedî agahî ne ku lêpirsîn hatiye vekirin an na. JI BO DOZÊ EYWANÊN TAYBET HATIN AMADEKIRIN Îdianameya dozê, li odeyeke taybet a Muduriyeta Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê ji aliyê dozgerê komarê İsmail Aksoy ê di çarçoveya lêpirsîna "FETO/PDY"ê de hat îxrackirin di 7 mehan de hat amadekirin. Dozger di îdianameya 7 hezar û 578 rûpelî de, der barê 12 şaredarên BDP'î, 2 Serokên Meclîsa Giştî ya Bajêr û 2 endamên meclîsa şaredariyê de 36 sal û nîv cezayê girtîgehê xwest. Der barê 11 kesan de jî bi tawanbariya "Xerakirina yekpareyî û yekîtiya dewletê" cezayê muebetê; ji bo 124 bersûcên din jî di navbera 5-15 salan de cezayê girtîgehê xwest. Îdianameya dozê ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya xwedî rayeyeke taybet ve hat qebûlkirin. Ji ber hejmara bersûcên dozê zêde bûn, Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Edliyeya Amedê biryara çêkirine eywaneke nû dan. Eywaneke 600 metrekareyî ya pola û betonî ku kapasîteya wê 500 kes e hat çêkirin. Li odeyê li gel pergala deng, kamerayên tevdigerin jî hatin bicihkirin. KURDÎ WEK 'ZIMANEKÎ NENAS' HAT Doz di 18'ê Cotmeha 2010'an de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Siyasetmedarên kurd daxwaza parêziya bi kurdî kirin, lê ji ber ev daxwaza wan nehat qebûlkirin doz xitimî. Siyasetmedarên kurd redkirina daxwaza parêziya bi kurdî protesto kirin û bi vê re tevî parêzerên xwe eywana rûniştinê terikandin. Li ser vê dadgehê der barê 103 parêzeran de lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber neqebûlkirina parêziya bi kurdî, destpêka dozê veguherî krîzekê û ev di civakê de bû cihê bertekan. Heyeta dadgehê di destpêkê de, daxwaza parêziya bi kurdî ya bersûcan pêşî wek "Zimanekî nenas", paşê wek "Zimanekî ku dadgeh jê fêm nake" û herî dawî jî wek "Zimanekî ku tê texmînkirin kurdî ye" derbasî girtekan kir. Ji ber daxwaza parêziya bi kurdî nehat qebûlkirin, siyasetmedarên kurd heta demeke dirêj îfade nedan. Bi "Pêvajoya çareseriyê" ya piştî gerva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir, mafê parêziya bi kurdî hat qebûlkirin û siyasetmedarên kurd ancax di sala 2013'an de parêziya xwe kirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bi hinceta mafê temsîliyetê yê Parlementerê CHP'ê Mustafa Balbay hatiye astengkirin, îtiraza Balbay qebûl kiribû û di 2013'an de Balbay hatibû tahliyekirin. Li ser vê Parlementera Şirnexê Selma Irmak a ji BDP'ê hatibû hilbijartin lê ji "Doza Sereke ya KCK'ê" girtîbû jî hat berdan. AYM dema girtina azamî bi 5 salan sînor kir û piştî vê biryarê bersûcên ku nêzî 5 salan ji dozê girtîbûn, di 2014'an de hatin berdan. Piştî dadgehên rayeya taybet hatin girtin, darizandina dozê dewrî 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin. YEKKIRINA DOSYEYAN Di rûniştina yekemîn a doza serek de, dosyeya Serdar Zirig ê di sala 2008'an de ji ber dosyeyeke din hatibû girtin, daxilî dosyeya "Doza Sereke ya KCK'ê" kirin. Bi vî awayî hejmara girtiyan ji 103 kesan kirin 104 kes û hejmara bersûcan jî bû 152. Rojnamgerê serbest ê DYA'yî Jake Richard Hess ê ji bo mamostetiya îngilîzî bike hat Tirkiyeyê, di 11'ê Nîsana 2010'an de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna "KCK'ê" de hat binçavkirin û paşê hat dersînorkirin. Îdianameya ku der barê Hess de hat amadekirin, pêşî daxilî doza sereke hat kirin, paşê ji hat veqetandin. Doza Hess hîn jî li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome. Li Amedê di 4'ê Cotmeha 2011'an de Gerînendeyê Weşana Giştî yê wê demê yê Azadiya Welat Tayyip Temel, Şaredara Dêrikê ya wê demê Çaglar Demirel, Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya BDP'ê Erkan Pişkin jî di nav de doza 18 kes jê girtî 36 kesan ên di bin navê "KCK'ê" de hatin girtin, daxilî dosyeya "Doza Sereke ya KCK'ê" hatin kirin. Dosyeya der hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk de jî di sala 2016'an de bi hinceta "îrtîbateke fiîlî û huqûqî heye" daxilî ya doza sereke hatin kirin. Dosyeya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a girtî û ya Kişanakê kirin yek û ew şandin 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê. Tevî dosyeyên jê hatin veqetandin, hejmara bersûcên "Doza Sereke ya KCK'ê" daket 154 kesan. Parêzeran ji destpêka darizandinê heta niha her tim diyar dikirin ku "Doza Sereke ya KCK'ê" "kûmpaseke" li dijî siyasetmedarên kurd e. Piştî hewldana derbeyê, agahiyên di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de der barê "FETO"yê de hat amadekirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin de, van tespîtên parêzeran piştrast dikin. 21 DADWER Û DOZGERÊN DOZÊ HATIN ÎXRACKIRIN Ji dozgerên komarê yên di lêpirsîna dozê de peywir girtin Ahmet Karaca, Ergun Tokgoz, Yakup Yar, Adem Ozcan, Levent Kaya, İbrahim Baytekin, Mehmet Şahin, İsmail Aksoy û Zeynal Abidin Ulu bi hinceta "Endamtiya FETO"yê ji aliyyê HSYK'ê ve hatin îxrackirin. Ji dadwerên dozê Menderes Yılmaz, Bekir Soyturk, Omer Yıldırım, Omer Sevgiliocak, İsmail Gozukara, Suna Yeşil Kuçuk, Mustafa Akgul, Mehmet Erdogan, Omer Adil Kuçuk, Hakan Dede, Ahmet Yıldızeli û İbrahim Ozbek jî bi heman hincetê ji aliyê HSYK'Ê ve hatin îxrackirin. Ji van dadwer û dozgeran hin jê bi heman hincetê hatin girtin. DOSYEYÊN 30 SIYASETMEDARÎ JÊ HATIN VEQETANDIN Dozger di mutalayê de xwest dosyeya; Nurettin Demirtaş, Huseyin Zorlu, Fikriye Aktaş, Muzeyyen Guneş, Nadire Nergiz, Mesude Şahin, Kenan Ayas, Gulabi Dere, Ozlem Tanrıkulu, Hamit Aslan, Nesrin Deniz, Remzi Kartal, Sabri Ok, Mustafa Sarıkaya, Şukran Aydin, Mehmet Ermiş, Mehmet Duman, Gulistan Aksoy, Gulay Calap, Fatma Kaşan, Unal Ahmet Çelen û Erkan Pişkin ên derbarê wan de biryara zevtkirinê heye ji dosyeya doza sereke bên veqetandin. Her wiha xwest dosyeyên Parlementerên HDP'ê Nadir Yıldırım, Alican Onlu, Dirayet Taşdemir, Besime Konca, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Osman Baydemir û Çaglar Demirelê jî jê bên veqetandin. Tevî biryara veqetandinê hejmara siyasetmedarên kurd ên tên darziandin daket 156'an. Doza parlementer û bersûcên firar li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome. DOZGERÊ NÛ JÎ HEMAN MUTALA XWEND Piştî îxrackirina dozger Zeynel Abidin Ulu, dozgerê ku nû hat tayînkirin di rûniştina dozê ya 26'ê Cotmeha 2016'an de mutalaya 386 rûpelî ya ku amade kirinû berpêşî dadgehê kir. Dozger, der barê 143 kesan de bi îdiayaên "Rêveberiya rêxistinê", "Endamtiya rêxistinê", "Alîkariya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" ji 5 salan heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê xwest. Mutalaya ku dozger xwend hema hema wek mutalaya dozger Ulu yê ku hat îxrackirin bû. Parêzeran li dijî vê bertek nîşan dabû û diyarkiri bûn ku ev mutala kopyaya mutalaya berê ye. Piştî mutala hat dayîn, 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di meha Çileyê de doz lezand. Dê Dadgeh di rûniştina 27'ê Adarê de cara dawî guhdariya bersûcan bke û dê biryara xwe aşkere bike. Deniz Tekin - dîhaber