Gumanên der barê jiyana girtiyê agahî jê nayên girtin zêde dibin 2017-03-25 09:20:09 STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê di 10'ê Adarê de îdareya girtîgehê ji girtiyê bi navê Ferhat Mukyen re got "Dadgeha te heye" û ew ji odê derxistin. Ji wê rojê ve agahî ji Mukyen nayên wergirtin. Parêzer Bulent Aşa, anî ziman ku ew agahî ji Mukyen wernagirin û der barê jiyana wî de şik û gumanên wan hene. Li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1'ê ya Maltepeyê di 10'ê Adarê de îdareya girtîgehê ji girtiyê bi navê Ferhat Mukyen re got "Dadgeha te heye" û ew ji odê derxistin. Ji wê rojê ve agahî ji Mukyen nayên wergirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Bulent Aşa, diyar kir ku ji 10'ê Adarê ve heta niha wan agahî ji Mukyen wernegirtine. Aşa yê hefteya borî bi muwekîlê xwe Sabahattin Tekin re hevdîtin çêkir, anî ziman ku muwekîlê wî ragihandiye ku girtiyê bi navê Ferhat Mukyen ji bo rûniştina dozê birine, lê belê ji roja ku wî birine heta niha ew agahî jê wernagirin. Aşa, diyar kir ku paşê Tekin ragihandiye ku ji wan re hatiye gotin ku Mukyen di bin çavan de ye. Aşa, dest nîşan kir ku li ser vê ew çûne Muduriyeta Polîsan a Stenbolê û got, muduriyetê ji wan re gotiye di bin çavan de kesekî bi vî navî tune ye. Aşa, da zanîn ku ew 2 hefteye agahî ji Mukyen wernagirin û wiha got: "Gelo neqlî girtîgeheke din hatiye kirin, an jê hatiye binçavkirin, em bi tu awayî nizanin." Aşa, diyar kir ku ew li Girtîgeha Maltepeyê jî geriyaye, lê girtîgehê gotiye ew nikarin tu agahiyî bidin. 'SEPANDINA 12'Ê ÎLONÊ DI DEWRÊ DE YE' Aşa, bi bîr xist ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimar 670'yan bi taybetî di çarçoveya "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê" de kes girtîbe jî dikarin wî binçav bikin û serî li îfadeya wî bidin û wiha got: "Ji xwe ev sepandin a 12'ê Îlonê ye. Berê di 12'ê Îlonê de girtî dubare dihatin binçavkirin û serî li îfadeya wan dihat dayîn. Di serdema OHAL'ê de bi KHK'ya 670'yan dubare ev sepandin anîn." Aşa, dest nîşan kir ku binçavkirina girtiyan derhuqûqî ye û got, der barê tendurstiya Mukyen de gumanên wan hene. Aşa herî dawî wiha got: "Divê di vî warî de raya giştî bi hestiyarî tevbigere. Çimkî dibe ku bi vê sepandinê vê rewşê berbelav bikin. Heke bi tu awayî agahî neyên wergirtin, bi vî awayî em ê nizanin bin girtiyan dibin kuderê û der barê jiyana wan de dê şik û gumanên me hebin."