Qeyûm tayînî şûna keyayê beşdarî mîtînga Erdogan nebû kirin 2017-03-25 09:23:58 MANÎSA - Derket holê ku ji ber Keyayê Taxa Gaffar Okanê ya navçeya Salihliyê Kamuran Kocaman, beşdarî mîtînga Serokomar Erdogan a li Manîsayê nebûye, ji peywirê hatiye girtin. Li şûna Kocaman kesekî din wek keya hat tayînkirin. Di 24'ê Sibatê de li Manîsayê Serokomar Recep Tayyip Erdogan, mîtîngek li dar xistibû. Gelek kes ji navçe û bajarên hawirdorê bi otobêsan anîbûn mîtîngê. Lê derket holê ku, ji ber Keyayê Taxa Gaffar Okanê ya navçeya Salîhliya Manîsayê Kamuran Kocaman beşdarî mîtînga Erdogan nebûye, ji peywirê hatiye dûrxistin. Li şûna Kocaman kesekî din wek keya hat tayînkirin. JI BER BEŞDARÎ MÎTÎNGÊ NEBÛ QEYMEQAM GAZÎ WÎ KIR Kocaman, diyar kir ku ji ber ew beşdarî mîtînga Serokomar Erdogan a di 24'ê Sibatê de li Manîsayê hat lidarxistin nebûye, qeymeqamê navçeyê lê geriyaye û wiha domand: "Serokomar hatiye Manîsayê. Li min jî geriyan. Lê ji ber karê min hebû beşdarî civînê nebûm. Qeymeqam li min geriya. Ji min re got, 'Tu li taxê yî, tu neçûyî cihekî ne wisa?' Min got, ji be rkarê min hebûye beşdar nebûme. Ji min re got, 'Piştî nîvro were em hev bibînin.' Dema ez çûm ji min re got, min te ji peywirê dûr xistiye." 'KARKER IM, DIXEBITIM EZ Ê ÇAWA BEŞDARÎ MÎTÎNGÊ BIBIM?' Kocaman, diyar kir ku ew tam nizane hinceta dûrxistina ji peywirê û got, wek hincet cezayekî berê yê der barê wî de hatiye derpêşkirin. Kocaman wiha axivî: "Wek hincet; di 2009'an de min li Îzmîrê ehliyetek wergirtibû. Sertîfîkaya vê qursê tune bûye. Di sala 2010'an de gotin ev ehliyet sixte ye û ji me stendin. Di sala 2014'an de di hilbijartinê de hatim hilbijartin. Di sala 2015'an de ji bo ehliyetê biryara 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hat. Ceza hat taloqkirin. Ehliyet ne hincet e. Wek min bi hezaran mirov hene. Ne tiştekî rast e ku sixtekariya qursê li me bar dikin. Wisa difikirim ku ji ber ez beşdarî civînê nebûme, ji peywirê hatim dûrxistin. Ma wekî din dê çi hebe?" Kocaman, herî dawî diyar kir ku ew karker e, dixebite û wiha got: "Ez ê çawa biçim civînê, neçûm ez mirovekî karker im. Dixebitim, ma ez ê çawa bi meaşê keyatiyê debara xwe bikim." Rayedarên Komeleya Keyayên Salihliyê yên têkildarî mijarê axivîn, diyar kirin ku ew jî nizanin Kocaman ji be rkîjan hincetê ji peywirê hatiye dûrxistin.