Polîsan bi ser lokala hilbijartinê ya HDP’ê de girtin 2017-03-25 10:08:20 ÊLIH - Polîsan bi ser lokala referandumê ya HDP’ê berê hefteyekê li xata Cudî ya Êlihê vekiribû de girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser lokala referandumê ya HDP’ê berê hefteyekê li xata Cudî ya Êlihê vekiribû de girtin. Hat diyarkirin polîsan bi îdîaya “bi dengê bilind poopagandaya PKK’ê tê kirin” bi ser lokale de girtin. Di serdegirtina ji aliyê komên TEM’ê yên Midûryeya Polîsan a Bajar ve pêk hat de, polîsan dest danî ser flaşên ku stranên ji bo referandumê dihatin lêxistin. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Îkram Îrgî diyar kir ku dê polîs derbarê wî de jî lêpirsînê bidin destpêkirin.