Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne her diçe xirab dibe 2017-03-25 13:54:05 STENBOL - Li girtîgenêh Şakran, Edîrne, Sîncan û Wanê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorvegere berdewam dike, rewra girtiyên di grevê de ne her diçe xirab dibe. Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, şertên azad ên muzakareyê bê avakirin, binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe û polîtaya xirakirin û şewatindina gundan bê sekinandin li GirtîgeHa Şakranê ya Îzmîrê, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, li Girtîgeha Sîncanê û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin, Bi daxwazên girtiyan re li hemû girtîgehan jî di 15'ê Adarê de li hemû girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya di 15'ê Sibatê de dest pê kiribû kete roja 39'emîn. LI ŞAKRANÊ 32 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE Li Girtîgeha Şakarê Beşa T3 girtiyê bi navê Zana Yaktin, îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan Îken, li T2 girtiyên bi navê Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akar, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Aryuz, Murat Duman, Kasim Ozdemîr di greva birçîbûnê de ne. Piştre di Beşa T4 de jî girtiyên bi navê Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Yusuf Ozdemîr, Mihamed Bru, Abdullah Aksu, Şivan Bîlîk, Ronî Yavuz, Ahmed Azad Hacihamir dest bi grevê kirin. Di 25'ê Sibatê de jî girtiyên bi navê Cihan Asî, Derya Moray, Meryem Soylemez, Hurriyet Dogan û Mahsume Şedal dest bi grevê kirin. Di 22'yê Adarê de jî ji Beşa T4 7 girtiyan dest bi grevê kirin. Navên girtiyên ku hate hînbûn ev in: Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmen Emîn Dag û Devran Makas. KÎLO WINDA DIKIN Li Girtîgeha Sîncanê jî 7 girtiyên jin ên bi navê Sosin Şengul, Jiyan Ateş, Nîlufer Şahîn, Fatma Gokhan, Yelya Uyanik, Şîvekar Ataş û Rihan Kavakê di 23'yê sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gorî rapora ku Komeleya Mafên Mirojan (ÎHD) a Enqereyê amade kiriye ji bo girtiyan wiha tê gotin: "Ji roja ku dest bi grevê kirine malbatan ji ber fikarên xwe yên têkîldarî ewlehiya canê wan serî li me dane li ber vê parêzerên di komîsyona me de bi sisematîk çûne serdana girtiyan." Di rapora ji roja dest pêkirine heta 19'ê adarê rewşa girtiyan vedibêje de der barê rewşa girtiyan de ev agahî tê dayîn: "Tansiya Sosin Şengul bilind bûye, carne dikeve 4 kîlo winda kiriye. Jiyan Ateş tansiyona wê gelekî ketiye, 4 kîlo winda kiriye. Nilufer Şahîr tansiya wê 7-8 e û 5 kîlo daye. Fatma Gokhan tansiya wê 7-8 e, 3 kîlo û nîv daye. Leyla Uyanik her tim tansiyona wê dikeve 3 kîlo daye. Şivekar Ataş tansiyona wê dikeve 4 kîlo daye. Rihan Kavak tansiyana wê her tim dikeve û 4 kîlo daye." LI EDÎRNEYÊ 30, WANÊ 16 ROJ IN DIDOME Li Girtîgeha Tipa F a Edîrneyê jî greva birçîbûnê keta roja 30'emîn de ye. Girtiyên bi navê Samî Geylanî, Alî Kurt, Mazlum Bataray, Zerdeşt Oduncu, Ramazan Kizildag, Enver Baysal, Bulent Ozturk, Îsmaîl Dervîş, Huseyîn Bîlecan, Îbrahîm Nîlufer, Erdal Emeç, Î. Wezîr Abbasovîç, Şeyh Davut Başqan, Mehmet Zahît Şahin, Yahya Ozman û Necat Oztekîn di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî greva birçîbûnê di roja 16'emîn de ye. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya girtiyan her diçe xirab dibe.