191 karker ji şaredariyê derxistin 2017-03-25 13:55:19 ŞIRNEX - Qeyûmê Silopî ewil hevpeymana şîrketan karkeran betal kir û piştre 191 karker ji şaredariyê derxistin. Li navçeya Silopî ya Şirnexê qeyûm Savaş Konak beriya çend rojan bi şîrketa ku karkerên taşeron dixebitand re hevpeymana ku hê salek û nûv demê wê mabû bi awayek yek alî betal kir. Piştî betalkirina hevpeymanê jî 173 karkerên Şaredariya Silopiya û 18 karkerên di Şaredariya Tilqebîn de dixebitin bi hinceta, "em bi şîrketa we re naxebitin" ji kar derxistin.