Birayên Reqqayî: Ji bo malbatê ji DAIŞ’ê rizgar bikin şer dikin 2016-11-26 11:37:22 REQQA - Birayên Reqqayî Îbrahîm û Hesen ên di operasyona "Xezeba Firatê” de cihê xwe digirin bi kelecana ku malbata xwe rizgar bikin şer dikin. Birayan, anîn ziman ku dê tola îşkenceya li xwiş û birayên wan hatine kirin ji DAIŞ'ê hilînin. Operasyona Xezeba Firate ku di bin baneyê Quveta Suriyeya Demokratik (QSD) de, li Başûrê Girê Spî (Til Ebyad) qezebayên Eyn Îsa û Silukê yên Reqqayê bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Koalîsyonê dest pê kir; di roja 21'an de berdewam dike. Operasyona Xezeba Firatê li Til Semenê li dijî DAİŞ'ê berdewam dike. Şer bi êrîşên Hêzên QSD’ê berdewam dike. Hat zanîn ku heta niha 25 kilometre pêş ketine û 26 kîlometre maye xwe bigînin Rakkayê. Di operasyona ku şervanên YPJ’ê pêşengiyê ji wan re dike û piraniya wan ciwanên Reqqayî di nava şer de cih digirin de tê armanc kirin ku hemû malbatên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Ciwanên Reqqayî Îbrahimê 23 salî û Hesenê 22 salî ku bira ne, din ava Tugaya Liwa Ehrar Reqqa ya QSD’ê de cihê xwe digirin. Ciwan Îbrahim li ser docka cihê xwe digire û bi kelecana ku malbata xwe rizgar bike şer dike. Hesen jî di heman komê de cih digire û din ava tîmê keşîfê de cihê xwe digire. EM Ê TOLA MALBATA XWE HILÎNİN Bira Îbrahim Reqa, diyar kir ku ji ber tev li hamleya Xezeba Firatê bû kêfxweş û kelecan e û wiha got: “Ez berî her tiştî dixwazim malbata xwe ji destê dAIŞ’ê rizgar bikim. Ez kelecana xwişk û birayên xwe dijîm. Em dixwazin bi taybetî tola jinên Reqqayî yên rastî îşkence û tundiya DAIŞ’ê hatine ji DAIŞ’ê bistînin. Îbrahîm Reqqa, da zanin ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ne û ji bo ew tola xwe hilînin ligel birayê xwe tevî vê hamleyê bûne.