Li avahiya AK Partiyê hewldana întîxarê 2017-03-25 16:37:35 AGIRÎ - Li Agiriyê ciwanekî ku navê wî ne hat zanîn derket ser banê avahiya AK Partiyê û xwest xwe întîxar bike. Ciwanekê ku navê wî ne hat zanîn derket ser banê avahiya AK Partiyê ya li ser Kolana Kagizmanê ya Agiriyê ye xwest xwe întîxar bike. Ciwanê navê wî ne hat zanîn hêjî li ser ban disekine, li cihê bûyerê bergirî hat girtin û anbulans û wesayîtên agir kujiyê hatin sewqkirin. Ciwanê ku sedema xwe întîxarkirina wî ne hat zanîn hêjî ne hatiye qenehkirin.