'Bila girtiyê nexweş Polatli bê berdan' 2017-03-25 16:38:32 STENBOL - Di çalakiya Tîpa a ku ji bo balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş a ji aliyê ÎHD'ê ve tê lidarxistin de vê hefteyê hat xwestin ku astengiyên li hemberî dermankirina girtiyê nexweş Mustafa Omer Polatli bê rakirin û bê berdan. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li qada Galatasarayê vê hefteyê di çalakiya 261'emîn de bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş Mustafa Omer Polatli. Di çalakiyê de pankarta "Bila Mustafa Omer Polatli bê berdan" hat vekirin û dirûşmên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "Mirov bi mafên xwe ve mirov e" "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin. Aktîvîstê mafên mirovan Tuncay Yîgît daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku girtîgeh li dijî xwezaya mirovan e, ew bi taybetî dixwazin balê bikişinin li ser rewşa girtiyên nexweş. Yîgît diyar kir ku bi Rêveberiya Awarte (OHAL) ve binpêkirinên mafan li girtîgehan zêdetir bûne û vegeriyaye navendên îşkenceyê. Yîgît got ku girtiyê nexweş Mustafa Omer Polatli bi nameya ku ji Girtîgehe Tîpa H a Erziromê nameya ji ÎHD'ê re şandiye rewşa xwve vegotiye û gotiye di dilê wî de 2 qul hene û li derve yek ji wan bi emeliyetê hatiye girtin ya din jî hatiye dirûtin. Yîgît destnîşan kir ku Polatli gotiye ku ji ber meşa ku tevlibûye 13 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û nameya ku wî şandiye xwend: "Ez bi 2 qulên di dilê min de hene mezin bûm. Ji ber vê yeke ji zaroktiya xwe hati niha nexweşê tansiyonê me. Beriya çend salan ji dilê xwe emeliyat bûm. Piştî emeliyatê pirsgirêka rîtm derket. Dema ku bikevim heyecanê dilê min ledide. Jihaneke rehet nikarim bidomînim. Pişta min dema zarok bûm kûz bû. Piştî ketim girtîgehê jî ev zêde bû. Heman demê di singê min de werim heye. Êşên min her diçe zêdetir dibin. Ji bo kuzbûna pişta min zêde nebe divê bêm emeliyatkirin. Lê ev pir bi rîsk e. Ji sedî 90 îhtîmala felcê heye." Yîgît piştî ku name parve kir got ku ew wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin astengiyên li pêşiya dermankirina Polatli bên rakirin û bê berdan. Çalakî bi dirûşma "Bila Mustafa Omer Polatli bê berdan" bi dawî bû.