Dest bi xerakirina sinemaya Yilmaz Guney kirin 2017-03-25 17:34:04 ÊLIH - Sînemaya Yilmaz Guney, meha borî bi awayekî guman şewitî û ser wê bi çadir kiribûn, dest bi xerakirina wê kirin. Piştî bi awayekî şik sinema hat şewitandin dest bi xerakirina avahiyê kirin. Sînemaya Yilmaz Guney a di sala 2006’an de ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû avakirin, di 11’ê Îlona 2016’an piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin kilit li deriyê Sînemayê hatibû xistin. Piştî ku kîlît li deriyê sînemayê xistin, avahî di 30’ê Çileya 2017’an de hat şewitandin. Bi şewata guman avahiya sînamayê bû xwelî. Pişti 50 rojan ser avahiya şewitî bi çadiran veşartin, karkerên şaredariyê dest bi xerakirina avahiyê kirin. Karkerên şaredariyê piştî hesinê ser baneyê wê daxistin, bi kepçeyan dest bi xerakirina avahiyê kirin. Dê bi kepçeyan hemû avahiya sînemayê xera bikin. Sînema berî bê şewitandin şaredariya DBP’î berî qeyûm bê tayînkirin proje derxist ku ji nûve restore bike. Di 22’ê Îlona 2016’an de ji bo sînemayê nû bike 550 hezar TL masraf derxist. Piştî qeyûm hat tayînkirin ev proje hat rawestandin û piştî 3 mehan deriyê avahiyê girtî ma, di 30’ê Çile de bi awayekî şik hat şewitandin.Niha jî ji bo avahiyê ji nûve saz bikin zerar di navbera 1 milyon û 500 hezar TL de ye. Ji bo ji nûve avakirina salona sînemayê jî tê diyar kirin ku dê 2 milyon û 500 hezar an jî 3 milyon TL bütçe lê bê xerçkirin.