Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû 2017-03-25 18:48:46 MÊRDÎN -Qedexeya derketina derve ya 5 roj berê li 10 taxên Nisêbînê hatibû îlankirin bi dawî bû. Qedexeya derketina derve ya 5 roj berê li taxên Yakinca, Bahminin, Kaleli, Guzelsu, Yol, Dibek, Uçyol, Dagiçi, Şekrin û Eskihisara Nisêbîna Mêrdînê hatibû îlankirin, bi dawî bû. Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku qedexe saet di 14.00'an de bi dawî bûye. Di çarçoveya qedexeyê de li bejahiya gundan û Çiyayê Bagokê operasyonên leşkerî hatibûn lidarxistin û di van operasyonan de 2 kes miribûn. Hîn jî nasnameya kesên mirine nediyar e.