Xwişka Ocalan wefat kir 2017-03-25 21:34:00 RIHA - Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim li Amarayê ji ber qeyrana dilî wefat kir. Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim dema danê êvarî li mala xwe ya gundê Amarayê nerihet bû, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ay Xelfetiyê. Piştî mudaxileya ewil, Yildirimê şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan a Rihayê. Li gel hemû mudaxileyan jî Yildirimê nehat xelaskirin. Cenazeyê Yildirim rakirin morga nexweşxaneyê û tê payîn ku dê li Amarayê bê definkirin.