Rêveberên Partiya Şoreşger hatin binçavkirin, dayik hat girtin 2016-11-26 13:00:08 ENQERE - Polîsan bi ser Partiya Şoreşger de girt û gelek endam û rêveberên MYK’ê û Meclîsê binçav kirin. Li Sîlopya jî dayika 5 zarokan hat girtin. Polisan li Enqereyê bi ser Partiya Şoreşgerên Yekbuyî de girt û di serdegirtina avahiyê de 15 endam û rêveberên MYK û Meclîsê yên Partiya Şoreşger binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan bi hinceta Endamên BOG’ê ne ew binçavkirine. Hat zanîn ku Endamê MYK’ê yê Evren Ergin û endamên Meclisa Partiyê Barbaros Çagdaş Balci, Burcugul Çubuk, Turku Yilmaz, Paşa Mert Altaş jî di navde 15 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku navê 25 kesan di lîsteya binçavkirinê de heye. LI SÎLOPYA DAYIKA 5 ZAROKAN HAT GIRTIN Li Silopiya dayîka 5 zarokan Nûriye Akin hat girtin Li taxa Barbaros a navçeya Silopiya ya Şirnexê dayîka 5 zarokan NûriyeAkin a 41 salî hat girtin. Hate hînbûn ku Akin birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê .