Aslan ê CHP'î : Dê li herêmê ji sedî 80 'Na' derkeve 2017-03-26 09:15:32 AGIRÎ - Serokê Rêxistina CHP'ê yê Agiriyê İbrahim Aslan, diyar kir ku dê ji sedî 80'ê gelê herêmê di referandûmê de bibêje "Na" û wiha got: "Bertekên mirovan gelek baş in. Em ji mîmîkên wan fêm dikin ku tercîha wan 'Na' ye." Serokê CHP'a Agiriyê İbrahim Aslan, xebatên referandûmê yên li Agiriyê nirxandin û got, bi şev û biroj xebat didomin. Aslan, diyar kir ku li seranseriya bajêr ji bo rêxistinkirina "Na"yê wan 5 komîsyon ava kirine û got, ew ê mal bi mal "Na"yê vebêjin. Aslan wiha axivî: "Piştî karê komîsyonan diqede, xebatên xwe wek rapor berpêşî rêveberiya bajêr dikin. Em van raporan dinirxînin. Em ê bi komeke ku ji navenda giştî bê re, serdana rêxistinên demokratîk, gel û esnafan bikin. Em ê heta 15'ê Nîsanê bi şev û biroj van xebatên xwe bi rê ve bibin." Aslan, anî ziman ku dê li herêmê ji sedî 80 "Na" derkeve û wiha axivî: "Ne tirsek me heye, ne jî endîşeyek me. Em ji bo pêşeroja xwe, ji bo pêşeroja zarokên xwe, neviyên xwe dibêjin 'Na'. Dê li herêmê ji sedî 70, ji sedî 80 'Na' derkeve." ‘GEL HAY JI HER TIŞTÎ HEYE' Aslan, dest nîşan kir ku îktîdar bi îmkanên di dest de ye xebatên referandûmê bi rê ve dibe û got, gel hay ji her tiştî heye. Aslan wiha domand: "Îktîdar alîkariyê dide gel, derfetan dide wan. Ji bo pêşerojê weadan dide. Em dibêjin ev hemû derew in. Em ji gel re dibêjin 'Heke hûn jî bawerî hikûmeteke ku di 15 salan de welat xistiye vî halî dikin, ewçax tu gotineke me tune ye.' Ji sedî 60'ê gel dibêje em bawer nakin. Tu wateya reklam, hamaset, qîr û feraman tune ye. Em rû bi rû bi welatiyan re hevdîtinê çêdikin. Mirovên me bawerî bi kesên ku dadikevin qadan û dibêjin 'Em ê vê bikin, em ê wê bikin' nayîne." ‘LI GEL HEMÛ ÇEWISANDINAN JÎ DÊ MIROV BIBÊJIN 'NA'' Aslan, diyar kir ku kesên bêbiryar ji ber çewisandinê bêbiryar in û wiha got: "Bertekên mirovan zaf xweşik in. Em ji mîmîkên wab fêm dikin ku tercîha wan 'Na' ye. Li hêlekê jî yên bêbiryar hene. A rast ji ber çewisandinê em dibînin ku bi awayekî aşkere nikarin bibêjin 'Na'. Em baş dizanin ku dê mirovên me bibêjin 'Na'. Em vê bi navenda xwe ya giştî re jî parve dikin. Di vî warî de tu gumanên wan tune ne." ‘DÊ GEL RASTIYÊ NÎŞAN BIDE' Aslan balê kişand ser çewisandinên li ser kesên xebatên "Na"yê bir ê ve dibin û wiha got: "Rê li ber wesayîtên me digirin, guleyan bera mirovên me didin, ceryanê dibirin, pêşiya kesên di rê de dimeşin digirin û heqaretî wan dikin. Dê dem nîşan bide ku bê gel çi qa shestiyar e. Mirovên me gih nadin zilm û rejîma otorîter. Tu kes ji demokrasiyê tawîzê nade." Aslan balê kişand çewisandina hikûmetê ya li ser keyayan jî û wiha axivî: "Li ser keyayan bandora wan heye. Me heta niha xwe gihandiye ji sedî 30'yê gundan. Heke bivê em gelek carên din jî xwe bigihînin wan. Mirov ditirsin ku xwe ji bo sindoqan binivîsînin. Dibêjim 'Ez ê çawa biçim.' Destê xwe deynin ser wijdanê xwe, dengê xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin." ‘DÊ GEL DI HILBIJARTINÊ DE BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDE' Aslan, diyar kir ku tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP'î bûye sedema bertekên tund û wiha domand: "Gelê Agiriyê hilbijartibû. Ji bo Agiriyê xizmetên baş kir û gel memnûn bû. Tayînkirina qeyûman, ne sepandineke demokratîk e. Ji ber vê gel bi bertek e. Niha berteka xwe nade der. Ji ber OHAL'ê ye, lê dê gel di hilbijartinê de li dijî vê bertekên xwe nîşan bide. Dê gel bi 'Na'yê bertek nîşan bide."