Dayikan li dijî kuştina Kemal Kurkut bertek nîşan da 2017-03-26 09:21:00 AMED - Dayikên ku li dijî kuştina Kemal Kurkut bertek nîşan dan, diyar kirin ku gule berdan bangewaziyên aştiyê yên gelê kurd. Dayikan li dijî kuştina xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut ê ji bo Newrozê hat Amedê û ji aliyê polîsan ve hat kuştin, bertek nîşan da. Ji dayikan Feyziye Kolakan a kurekî wê di pevçûnan de mir û 2 kurên wê jî bi salan di girtîgehê de ne, anî ziman ku kuştina Kemal Kurkut birîna wan kûrtir kiriye. Kolakan wiha axivî: "Me xwest em bi dilekî rihet vê Newrozê pîroz bikin, lê rabûn vî ciwanê me belaheq û belasebeb kuştin. Kezaba diya wî dax dan, dilê kesên gule bera Kemal dan jî wek a dayika wî bişewite. Ma Kemal çi kiribû; ji bo Newrozê hatibû. We belaheq û belasebeb Kemal qetil kir, her tişt derket holê. We pêşî ew zevt kir, tazî kir û gule berdayê. Me hemûyan wêneyên wî yên tazî dîtin û em ji tiştên tên gotin bawer nakin. Dîtin Newroz çawa bi coş derbas dibe, xwestin bi qetlîamê vê coşê rawestînin." ‘KEMAL JI BER ÇAVÊ ME NAÇE' Kiymet Zengin a di 19'ê Cotmeha 1995'an de birayê wê Fehmi Tosun di bin çavan de hat windakirin, dest nîşan kir ku dewlet tehamulî coşa Newroza gelê kurd nekiriye û got, bi wêneyên derket holê diyar bû ku Kemal ne "Bombeya zindî" bûye. Zenigin wiha bertek nîşan da: "Çima ewqas polîs kêrî ji dest wî nagirin, lê çekê berdidinê? Çima yekî kurd wisa bi hêsanî dikujin. Kemal ji bo coşa Newrozê ji Meletiyê hatibû. Ev çi zilm e! Qetil dikin, ev jî nebes e ji bo şûştina cenaze avê jî andin, ji bo definkirinê cih nadin. Li cîhanê di tu şerî de zilmek wisa tune ye. Ji bilî dewleta Tirkiyeyê li tu derî mudaxilekirina cenazeyan tune ye. Ji Newrozê heta niha xew bi çavê me nakeve, Kemal ji ber çavê me naçe. Zenigin, diyar kir ku ew ê tu carî ji vê dewletê re neçin sijdeyê û got, êşa malbata Kurkut êşa wan e. ‘EM BI HER AWAYÎ DIMIRIN, LÊ EM NATIRSIN' Saliha Bayram a di 13'ê Gulana 1994'an de hevjînê wê Fahri Bulut di bin çavan de hat windakirin jî dest nîşan kir ku bi kuştina Kemal Kurkut mebest ew e ku gelek kesan bikujin û wiha domand: "Newrozê xwînî kirin. Dema dîtin gel bêyî tir ber bi qada Newrozê ve diherike, tehemula vê nekirin û Kemal qetilkirin. Ji mirinê wirdetir tu tişt tune ye. Me tu carî serê xwe netewandiye. Gel tirsa li ser xwe şikandiye, em bi her awayî hatin kuştin, lê qet natirsin." Bayram, dest nîşan kir ku dikaribûn Kemal Kurkut bis axî zevt bikin û wiha got: "A rast wê rojê ne Kemal, we girseya ku hat Newrozê qetil kir. Lê gel hêzdar bû, bi tu awayî berbayî provakasyona neket. Divê malbata wî ji bo Kemal serbilind be. Di ryeke bi şeref de çû. Em ê bi ser kevin û em ê stuyê zaliman bişkînin." Bayram bo malbata Kurkut sersaxî xwest.