Jinên Tebqayê dîlgirtina DAÎŞ’ê vegotin 2017-03-26 10:53:18 REQA - Hêzên QSD’ê yên li Tebqayê operasyona dan destpêkirin û pêşde diçin, bi sedan welatiyên Tebqayê yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgar kirin. Jinên Tebqayê diyar kirin ku bajarê wan vegerandibûn navenda îşkecexaneyê û bi dehan jin hatin recimkirin. Di çarçoveya Hemleya Xezaba Firatê de operasyona li bajarê Tebqayê hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de didome. Şerê di nav bera şervanên Hêzên Qûwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ku bi dehan gund û gundik rizgarkirin û DAÎŞ’ê de li derdora Bendav û Balefirgeha Tebqayê berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de bi dehan DAÎŞ hatin kuştin û gel endamên wê jî dîl hatin girtin. Şervanên ku pêşdeçûna xwe ya Tebqayê didomînin bi sedan welatî ji deste DAÎŞ’ê rizgar kirin û jinên ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin dîl girtina xwe ya 3 salan vegotin. JI BER DERKETIN DERVE 3 ROJAN HAT GIRTIN Jina bi navê Delal Ebdo Mihemed a 50 salî û dayîka 5 zarokan diyar kir ku ew li navenda Tebqayê dijîn û 3 rojan rastî lêpirsîna çeteyên DAÎŞ’ê hatiye. Mihemed, da zanîn ku ji ber bê destûr ji mala xwe derketiye rastî lêpirsînê hatiye û wiha got: “Cara yekemîne ez bi tişt wiha re rû bi rû dibin. B imin re dayîk û keça xalê min jî anîn cihê lêpirsînê, ez rastî heqaret û îşkenceyê hatim. Ji bo tirsê çêbikin wiha dikirin. Li pêş çavê hemûyan jin îşkence dikirin. Bi wî halê îşkence kirî li kolanan digerandin. Derketina derve ji bo me mirin bû. Jinekê ji ber rûyê xwe ne girtibû li kolanê lêxistin û bi hezaran jin rastî vê pêkanînê hatin. Ji bo Xwedê hemûyan rizgar bikin û vegerînin jiyanê.” 'XWESTIN MIN BIREVÎNIN’ Jina bi navê H.E. (18) a ku ji ber malbata wê di destê DAÎŞ’ê de ne rûyê xwe venake got ku ew mecbûr mane ku 3 salan di bin zordariya DAÎŞ’ê de bijîn. H.E., anî ziman ku derketina derve ji bo wan talûkeya mirinê bû û wiha pêde çû: “Ji bo jinan qetil bikin li hincetan digeriyan. Min jî ev jiyan kir. Carekê xwestin bi zorê min bibin. 3-4 kes bûn, derdora min girtin û xwestin bin bi zorê li wesayîtê siwar bikin. Min qêr kir kesên derdorê kom bûn. Welatiyan ez rizgar kirim. Ji wê rojê pêde ez derneketim derve. Heta ez hatim rizgarkirin wiha bû. çeteyên DAÎŞ’ê ji Emerîka, Tunus, Misir û Îngîlîstanê hatine bajarê me. Van çeteyan gotin em ê olê îslamê nîşanê we bidin. Lê tene bajarê me hilweşandin tiştek din ne kirin. Dest danîn ser malê jin û mirovan tiştek din ne kirin. Ez bi hinek ferdên mala xwe û xizmên xwe ji Tebqayê reviyam. Dema em ji bajar durketin hatin cihekî. Dema me şervanên QSD’ê dîtin me hewara me rizgar bikin kir. Me ji dur ve alên spî rakirin. Dema dîtin ku em sivilin bezîn û alîkariya me kirin. Em li wesayîtê siwar kirin û birin cihekî bi ewle. Hemû kesên li piştme man û nekarîn birevin li benda QSD’ê ne ku bên wan rizgar bikin. Divê em biçin hewara wan.” ‘TEBQA BÛBÛ NAVENDA ÎŞKENCEYÊ’ Jina bi navê Nura Xidir a 49 salî bi lêv kir ku piştî bajar ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat dagirkirin jina bi renge reş pêçan û wiha domand: “Bi dehan jin li bajarê Tebqayê li pêş çavê hemû kesî hatin recimkirin. Vê jî li ser navê îslam û şerîatê dikin. Li Qada Fatîme Zehra ya li navenda bajare jin dihatin recimkirin. Hemûyan ev dîtin û temaşe dikirin, dîsan li vê qadê zilam tazî dikirin û li wan dixistin. Çeteyan ev qad kiribûn navenda îşkenceyê. Ji bo îşkenceyê li welatiyan bikin her tim li hincetan digeriyan.” 'ZAROKÊN ME JÎ RIZGAR BIKIN’ Xidir, destnîşan kir ku ji ber ew ji zilma DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin gelek keyfxweşin û wiha axivî: “Lê li pişt me gelek kes mane ez wan dihizirim. Em niha li hêram QSD’ê ya bi ewle ne. Li me dinêrin û diparêzin. Em dizanin ku zirarê nadin me. Em di ewlehiyê de ne. Em dixwazin hemû gel di nava ewlehiyê de bijîn. Em dixwazin ku bajarê me yê ku DAÎŞ’ê hilweşandiye bê rizgarkitin. Zarokên me rizgar jî rizgar bikin.”