Greva girtiyan a li Wanê mezin dibe 2017-03-26 12:25:31 WAN - Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi 10 girtiyan hat destpêkirin ligel sewq kirinan berdewam dike. Hêjmara giyen zilam ên di 8’ê Adarê de dest bi grevê kirin gihişt 44 kesî û greva jinên girtî jî dotveger didome. Greva birçîbûnê ya bi 10 girtiyan li Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat destpêkirin mezin dibe. Hêjmara giyen zilam ên di 8’ê Adarê de dest bi grevê kirin gihişt 44 kesî û greva jinên girtî jî dotveger didome. KESÊN DEST BI GREVÊ DIKIN TÊN SEWQKIRIN Girtiyên PKK û PAJK’ê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, şertên azad ên muzakareyê bê avakirin, binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe û polîtaya xirakirin û şewatindina gundan bê sekinandin dest bi greva birçîbûnê kirin bêyî agahî bidin malbatên wan di saetên direng ên şevê de sewqî girtîgehên cuda tên kirin. Ganî Kaya, Mahsum Yuksekdag, Dilgeş Yşar, Îlyas Yorgun, Mesut Yabalak, Abdullah Kaya, Yunus Konak, Kerem Karagoz, Îsmaîl Berk û Taner Aslan ên di koma yekem a grevê de bûn di 16’ê Adarê de sweqî Girtîgeha Tekîrdagê hatin kirin. Di heman dîrokê de li girtîgeha Tîpa T yê 15 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Koma ji 15 kesan pêk tê bi heman rêbazê di 22’yê Adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bandirmayên kirin. 29 KESÊN DIN DEST BI GREVÊ KIRIN Piştî sewqa dawî koma 3’yemîn a ji 29 kesan pêk tê di 22’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên bi navê Baran Aydin, Erol Cengîz, Mazlum Aksaç, Kerîm Ozkan, Hakan Bîngol, Mehmet Adiyaman, Haci Erol, Mervan Taş, Kemal Orhan, Ferhat Yucel, Yunus Tunçbîlek, Serdar Gumgum, Ercument Kander, Serhat Demîr, Reşît Dayan, Çetîn Guler, Ahmet Anig, Serbulent Yaman, Kadîr Aydemîr, Abdullah Cîhan, Erkan Sahat, Mehmet Engîn, Orhan Altinbaş, Mecît Kanat, Emrah Kandemîr, Mehmet Sayilgan, M. Zekî Îlmîn, Engîn Ulugana û Laîk Altun, ên bi riya telefonê bi malbatên xwe re axivîn diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê ji bo berxwedanê biçewisîne sewqan pêk tîne. JINÊN GIRTÎ JÎ TEVLÎ BÛN Jinên girtÎ jî bi heman daxwazn di 10’ê Adarê de bi komek ji 7 kesan pêk tê dest bi greva birçîbûnê ya hefteyê ya dorveger kirin. Girtiyên bi navê Fatma Befre, Nergîs Altaş, Hatîce Guzel, Mehtap Kiyar, Sarya Bîlîcî, Nezahat Kaya û Aliye ku paşnavê wê ne hat zanîn ku di koma yekem de cih digirin di 22’yê Adarê de bêyî agahî bidin malbatên wan sewqî girtîgên din kirin. Hêjî ji malbatan re ne hatiye gotin ku girtî birin kîjan girtîgehan. BINPÊKIRINÊN MAFAN JÎ ZÊDE BÛNE Li dijî vê di 22’yê Adarê de koma duyemîn a ji 5 girtiyên jin pêk tê dest bi grevê kirin. Girtiyên bi navê Ruken Yildiz, Ozlem Ozbek, Leyla Tosun, Helîn Tosun, Sultan Mizrak k udi koma duyemîn de cih digirin, dê di 28’ê Adarê de greva wan bi dawî bibe. Jinên girtî yên bi riya malbatên xwe agahî şandin diyar kirin ku bi destpêkirina greva birçîbûnê rêveberiya girtîgehê kamare li hewşan bicih kiriye kawişên wan dişopînin, derbarê hemû çalakiyên wan de lêpirsîn tên vekirin û destûr nadin ku jin amûrên taybet ji derve bigirin. Jinên girtî balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş û dan zanîn ku sewqî naxweşxaneyan a girtiyên nexweş jî direng tê kirin.