Li Cizîrê ciwanek hat girtin 2017-03-26 12:44:01 ŞIRNEX- Li Cizîrê ciwanê bi navê Mehmet Çagli hat girtin. Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê tîmên taybet duh şev di ser mala Mehmet Çagli de girtîn û ew xistin binçavan. Çagli ê piştî dozgeriyê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgeha nobedar kirin hat girtin. Çagli birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Çagli pîştî wextê qedexeya derketina kolanan jî hatibû girtin û 7 meh di girtîgehê de mabû.