Serokên AK Partiyê bi derfetên şaredariyê propaganda ‘Erê' dike 2017-03-26 14:01:45 HATAY - Bi destûr û îmzeya Şaredarê Antakya yê AK Partiyî Îsmail Kimyeci bi avahiyên aydî şaredariyê pankartên 'Erê' hatin daliqandin. Şaredarê Antakya yê AK Partîyi bi derfetên şaredariyê xizmeta propaganda "Ere" dike. Li navçeya Antakya ya Hatayê Şaredarê AK Partiyî bi destûr û îmzeya xwe pankartên "Erê" bi avahiyên şaredariyan dakir. Bi destûr û îmzeya Şaredarê Antakya Îsmail Kimyeci, pankartên mezin ên propaganda "Erê" dike li avahiya Midûriyeta Karên Çand û Civakî û saziyên şaredariyê hatin daliqandin. Li pankartan siloganên ku pesn û propaganda AK Partiyê dike hatin daliqandin. Li bin pankartan wêne û îmzeya Şaredarê Antakya yê AK Partîyî Îsmail Kimyec hat bikar anîn. Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Kerem Nalbant, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku şaredaran AKP'î di xizmeta "Erê" de propaganda dike û ev yek nayê qebûlkirin. Nalbant, anî ziman ku bikaranîna avahiyên cemaweriyê yên bi vî rengî nelirêtî ye û nayê qebkûlkirin.