Cenazeyê Eynê Yildirim bi girseyî hat definkirin 2017-03-26 14:47:04 RIHA- Xwişka Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan Eynê Yildirim li gundê Amara bi girseyî hat definirin. Parlamenterên HDP'ê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik û gelek kesên din beşdarî merasimê bûn. Xuşka Rêberê PKK’ê Abudllah Ocalan Eynê Yildirim ku ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê li goristana gundê Amara hat definkirin. Di merasima cenaze de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgitalp, Ahmet Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Dîlokê Mahmut Togrul, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyên ê Amedê, endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî di navde gelek kes amade bûn. Kefiya kesk, sor û zer avêtin ser darbesa Yildirim û li ser milan birin goristanê. Piştî wacibên olî Yildirim hat definkirin. Hevserê Eynê Hisên Yildirim axaftinek kurd kir û xemgîniya xwe anî ziman. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî spasiya kesên tevlî merasima cenaze bûne kir û wiha axivî: “Eynê dayîkek ku pir êş kişand û piraniya temenê xwe li xeribiyê derbaz kir. Ew dayîka şervanan bû. Vê malbatê gelek zilm û zordarî dît. Gelek li ber xweda, em minetdarê keda vê malbatê ne ji ber ku wan gelekî ku navê wî hatî qedexe kirin dan jiyankirin. Em jî soz didin ku rêya tekoşînê ya vê malbatê bibin serî. ” ‘DAYIKA EYNÊ ELEK ÊŞ KIŞAND' Xwarziya Eynê û Parlementera Rihayê Dîlek Ocalan jî axivî û diyar kir ku dayîka wan Eynê gelek êş kişand û li berxweda û wiha got: “Ewê carek din jî nexweşî derbaz kir lê ji bo li Kurdistanê bijî li berxweda. Xwesteka wê ew bû ku li Kurdistanê bijî, hesreta wê ya herî mezin jî ew bû ku kurên xwe yên gerilla û birayê xwe Ocalan bibine. Lê ji ber zilma dewletê tenê karî 10 sal li welatê xwe bijî û bi hesreta bira û zarokên xwe mir. Dilê wê êdî nekarî vê hesratê rake û şevê din jiyana xwe ji dest da. Em nehlet li vê dewletê dibarînin ku nehêla bira û xwişk hevdu bibinin.” ‘TEKOŞÎNA WAN GELEK DI BIN BETONÊ DE DA JIYANKIRIN’ Parlementerê HDP’ê yê Muşê Ahmet Yildirim jî da zanîn ku ev gel bi saya serê dayîkên wek Eynê hatiye vê rojê û axivî: “Jiyana wê bi êş û berxwedanek mezin hat stran. Ji bo gelek ku di bin betonê de hatî fetisandin ked da û di vê rêyê de zarok û malbata xwe da. Emê ew hesrata ku wê jiyana xwe li ser derbazkirî bînin cih. Wan bi hêjmarek kêm destpêkir lê niha gihişt milyonan.” Herî dawî Birayê Eynê Mehmet Ocalan spasiya xwe ji beşdarên merasimê re kir û merasim bi xwendina duayan bi dawî bû. Piştî we jî gelê ser gotistanê ji bo sersaxiyê derbazî konê şînê bûn. Konê şinê li baxçeyê mala Eynê ya li Amara hat danîn.