Ji Yuksekdag û Demîrtaş ji bo şahiya ciwanan peyam 2017-03-26 16:55:28 STENBOL - Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di payama ku ji bo şahiya Meclîsên Ciwanan ên HDK û HDP'ê ya bi şîara "Na dê ciwan bi ser kevin" li dar xistin re şandin de diyar kirin ku di 16'ê Nîsanê de bersiva herî xurt ciwan bidin. Meclîsên Ciwanan ên HDK û HDP'ê bi şîara "Na dê ciwan bi ser kevin" li Aksaraya Stenbolê şahî li dar xistin. Li salonê pankartên bi kurdî û tirkî "Na bê te nabe" "Bi tenê nabe bi hevre" û posterên Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin daliqandin. Di şahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û dendên "Na" bilind bû. Ciwanên ku ji bo Kemal Kurkut ê di Newrozê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin dirûşmên "Kemal Kurkut rûmeta me ye" berz kirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê HDP'ê Erdal ataş û ji Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê Doç. Dr. Ozlem Ozkan jî beşdarî şahiyê bûn. Şahiyê bi sînevîzyona bajarên ku di dema "qedexeya derketina derve" de hatin xirakirin û guhdarkirina helbesta "Welatê min" dest pê kirn. Bi axaftina vekirinê ciwan hatin silavkirin. 'ÇALAKIYA LI KIZILDEREYÊ NEXŞERIYA CIWANAN E' Li ser navê ciwanên HDK û HDP'ê Gîzem Kiliç axivî û got: "Bersiva herû xurt a ku em hevre bidin Na ye." Kiliç got ku têkoşîna ciwanan heta Kizildereya ku Mahîr Çayan û hevalên wî hatin qetilkirin diçe. Kiliç diyar kir ku çalakiya li Kizildereyê nexşeriya ciwanan e û wiha berdewam kir: "Agirê Mazlum Dogana, Seyîd Rizayan, Îbrahîm Kaypakkayayan, Sakîne Cansizan di ruhê berxwedêr ê ciwanan de zindî dibe." Kiliç bal kişand li ser pêkûtiyên îxtidarê û wiha axivî: "Pêdiviya me bi peymaneke civakî ya nû heye. Em weke ciwan ji rêveberiya yek partî ya ku tê xwestin bê avakirin re dibêjin Na. Ekranên televîzyonan bila nîşan nedin lê em ê rêxistinkirina Na bidomînin. Em ji tecrîda ku 18 sal in li ber Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike û dîlgirtina hevserok û parlamenterên xwe re dibêjin Na." Kiliç axaftina xwe bi gotina "Em ê teslîm nebin, serî netewînin, teqez bi ser kevin" bi dawî kir. Piştre sînevîzyona ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş ji bo ciwanan kiriye û berxwedana li kolanan vedibêje hate pêşandan. Di şahiyê de soza ji bo kesên ku di "qedexeyên derketina derve" de jiyana xwe ji dest dane dê têkoşînê berdewam bikin hat dayîn. Piştre jî helbesta ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag xwendiye hate temaşekirin. Di şahiya ku dirûşma "Em ê te nekin serok" hate berskirin de peyamên ku Yeksekdag û Demîrtaş ji ciwanan re şandin hate xwendin. Peyam ji aliyê Roza Tanya ve hate xwendin. Peyama Yuksekdag wiha ye: 'DÊ HÊZA BERXWEDANÊ YA PIŞTÎ 16'Ê NÎSANÊ AMADE BIKE' "Îktidara siyasî heta niha ji bo ku hûn mezûn bibin, biçin leşkeriyê, bikevin kar, bizewicin zarokan bînin; dema ku van dikin jî sîstemê pirsiyar nekin nêzîkî we bû. Dema ku hûn betal hatin hiştin, derfetên perwerdehiyê nedît jî; ziman, nasnameya we tune hate hesibandin, rastî tacîz û tecawîzê hatin jî xwestin bi awayeke bêdeng vî qebûl bikin, ji halê xwe re şukr bikin. Dema ku we li dijî pêkûtî, bêrûmetî û xizaniyê îsyan kir jî wekî pirsgirêka ewlehiyê, hemayên ku divê bên bêbandorkirin nêzîkî we bû. Lê hêza dîrokê têrê nekir ku îsyana wa biçewisîne. Berovajî vê îsyana we teşe da dîrokê. Ji Komuna Parîsê, heta Şoreşa Cotmehê, ji Gaziyê heta Geziyê, ji Rojava heta Cizîrê, ji Sûrê hate Nisêbînê li dijî faşîzmê, nîzama sermayeyê ciwanên ku serî rakirin qedera me hemûyan guherandin û didin guhertin jî. Niha jî li hemberî we îktidarekî ku ji her sê ciwanan yekî betal dihêle, ji her çar ciwanan yekî jî davêje derveyî jiyana kar û perwerdehiyê; li Geziyê Alî Îsmaîl, Berkîn Elvan, Medenî Yildirim; li Amedê Kemal Kurkut û li her cografyayê bi sedan ciwanan qetil dike lê dîsa jî qaşo îradeya ciwanan wead dike ku bixe meclîsê heye. Ez bawer dikim ku, îradeya ciwanan a ku dîrok guherand îro jî dê bi awayeke herî xurt 'Na'yê Rêxistin bike û li aliyeke jî hêza berxwedanê ya piştî 16'ê Nîsanê amade bike, xwedî vî biryarbûnê ye." Peyama ku Demîrtaş ji ciwanan re şand jî wiha ye: 'ÊN KU GOTN DÊ QEY BI ME COG BIDIN DANÎN DI NEWROZÊ DE DÎTIN' "Ewil ez we hemûyan yek bi yek silav dikim. Ez dengê Na ya ku di vî demên dijwar de bilind dikin dibihîzim. Ez bi serbilindî û kêfxweşiyekî mezin we pîroz dikim. Ên ku gotin dê qey bi polîtîkayên pêkûtî, şîdet û zilmê ve cog bidin danîn li Amed, Cizîr, Gever û Stenbolê li her derê agarî Newrozê ku we bilind kir ve dîtin ku şaş in. Ez dizanim ku wekî di Newrozê de di 16'ê Nîsanê de jî bersiva herî xurt ciwan bidin yên ku heta niha jibilî betalî, xizanî, fikara pêşerojê û şer wêdetir tiştek nedan ciwanan. Min gotibû 'heta ku HDP hebe, HDP'î li ser vî axê hebin.' HDP heye. Ez bawer im ciwan dê vî nîyan bidin. Ez bawer im hûn ê bi ciwanî bi ser kevin." Piştî peyaman Koma Muzîkî BEKSAV, BANDÎSTA bi stranên berxwedanê ciwan coşandin.