Dersa 8’emîn a Amademîsyenên Kolanan: Beriya bendbendîbûnê divê me bên cem hev 2017-03-26 17:14:51 ENQERE - Prof. Dr. Necla Kurul ku di 8’emîn dersa Akademîsyenên Kolanan de axivî diyar kir ku AKP a ku ev 15 salin îktîdare îro jiyan ji nûve dizayn dike û wiha got: “Bi rejîma siyasî, netewperestî û îslamê xwe ji nû ve dizayn dike. Qada perwerdehiyê jî ji vê bandor dibe. Beriya bendbendîbûnê divê me bên cem hev.” Akademîsyenên bi KHK'e hatin îxraçkirin û Akademiya Kolanê ava kirin, dersên xwe yên li kolanê berdewam dikin. Dersa Akademîsyenên Kalonê vê hefteyê li Anitparkê hat dayîn. Ders abi mijara “Krîza Perwerdeyê” ya vê hefteyê ji aliyê Prof. Dr. Necla Kurul a k udi 7’ê Sibatê ji Fakulteya Zanînê ya Perwedehiya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin ve hat dayîn. ‘PERWERDE JI PERGALA KAPÎTALÎST CUDA NAYÊ DEST GIRTIN’ Kurul da zanîn mirov bi perwedê hem azad dibe hem jî dibe köle û wiha got: “Perwerde parçeyek ji siyaset û pergalê ye. Li Tirkiyeyê di nava pergala kapîtalîstê de bingehek heye. şertên civakî yên ev bingeh pêşdibîne hene. Perwerde jî ji vê nigehê cuda nayê destgirtin. Me di pergala kapîtalîstê de çi jiyan dikin heman tişt me di perwerdehiyê de jî jiya. Ger em bi hizirin ku 25 milyon ciwan û zarok her serê sibê diçin dibistanê û dibin xwedî çand, ev qada polîtîk dê wekî makîneyekê kar bike. Di pergala perwerdehiyê de cudahiyek mezin heye.” Kurul, anî ziman ku ji bo krîza perwerdehiyê bê derbaskirin, akademîsyenên kolanan gelek girîngin û wiha axivî: “Beriya niha jî ev krîz hebû lê di gihaneka dewleta civakî de cudatir bû. dibistan ev qas ne hatibûn cudakirin. Lê nihar gelek tuj bûne. Em dibêjin ‘krîz heye’. Me Akademîsyenên Kolanan ji bo vê vekir. Mirovên hatine gel hev dixwazin tiştekî biguherînin. Jiyan jî tiştek wiha ye beriya bendbendî bûnê divê em bên cem hev.” Piştî derse, koma bi navê Çer-Çop bi îmkanên xwe xwarina amadekirine li kesên tevlî dersê bûne belav kirin.