'Me di 21'ê Adarê de referandum bi dest xist dora sindoqan e' 2017-03-26 18:20:41 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, di şahiya ciwanên HDP û HDKê yên kampanya "Na" dimeşîne de diyar kir ku wan di 21'ê Adarê de li Qadê referandum bi dest xist û dora hilbijartina 16'ê Nîsanê ya sindoqan e. Koçyigît, anî ziman ku wan ilan kiriye ku serkeftin ya wan e. Meclîsên Ciwanan ên HDK û HDP'ê bi şîara "Na dê ciwan bi ser kevin" li Aksaraya Stenbolê şahî li dar xistin. Li salonê pankartên bi kurdî û tirkî "Na bê te nabe" "Bi tenê nabe bi hevre" û posterên Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin daliqandin. Di şahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û dendên "Na" bilind bû. Ciwanên ku ji bo Kemal Kurkut ê di Newrozê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin dirûşmên "Kemal Kurkut rûmeta me ye" berz kirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û ji Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê Doç. Dr. Ozlem Ozkan jî beşdarî şahiyê bûn. Şahiyê bi sînevîzyona bajarên ku di dema "qedexeya derketina derve" de hatin xirakirin û guhdarkirina helbesta "Welatê min" dest pê kirn. Bi axaftina vekirinê ciwan hatin silavkirin. Di şahiyê de Akademisyen Doç. Dr. Ozlem Ozkan, bal kişand ser zextên li dijî akademi û akedemîsyenan û wiha got: "Em dê hilberîna agahiyên aştiyê û komkirina agahiyên aştiyê berdewam bikin. Em li dijî hemû hişmendiya zilam û nêr dibêjin "Na" Ji bo azadiya îfadeya bê sînor, û aştiyê em dibêjin Na. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî anî ziman ku li ser guhertina qanuna bingehîn û zerarê wê axivî. Ataş, destnîşan kir ku ji referandumê çi derkeve bila derkeve ew dê têkoşîna xwe berhdewam bike. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî anî ziman ku anî ziman ku ew di pêvajoyek gelek zor û zahmet re derbas dibin û wiha got: "Me di vê pêvajoyê de ba da pişt xwe. Koçyigit, Kemal Kurkut ê ji aliyê polîsan ve hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Li gel pêş kamera û wênekêşan Kemal Kurtul hat kuştin jî kujer nehatin girtin. Ev nîşan dide ku li vî welatî jiyan çiqas erzan e. Ev qanûna ku bê sazkirin dê van kuştinan teva rewa û asayî bike. Dixwazin bi van wanûnan gelê kurd teslîm bike, kurdan çong bidin. Piştî şerê 2 salan dîsa gelê Kurd di Newrozê de derset kolanan û li têkoşîna xwe xwedî derket. Em gelê xwe silav dikin û dibêjin tu carî serî û çong danînin. Koçyîgît, Dixwazin wekî Kobane, Şengal, Cizîr, Gever, Nisêbîn û Geziyê li ser me şerekî dijwar bidin ferz kirin. Tariyê dispêrin me. Em soz didin ku em dê li dijî tariyê ronahiyê bînin. Em aştî, azadî û demokrasî xwest. Têkoşîna me ji bo vê yekê dê bidome. Em ciwanan tevan slav dikin." EM DÊ QANÛNA ROVA LI TIRKIYE TÊXIN MERIYETÊ Koçyigît, da zanîn ku HDK û HDP'ê ezbereya vî welatî xera kirine û wiha got: "Xwedî derketina li HDK û HDP'ê xwedî derketina vî welatî û redkirina yekperestiyê ye. Lêxwedîderketina aştî û aramiyê ye. Me di 21'ê Adarê de li qadan referandum bi dest xist. Em dê di 16'ê Nîsanê de di sindoqan di jî bi dest bixin. Em bawer dikin ku dê di sindoqan de dengê "Na" betir derkeve. Gotina Na ya di 16'ê Nîsanê de dê rê li pêş tecrîda li Îmraliyê jî bigire. Koçyigit, herî dawî bal kişand ser çalakiya girtiyên PKK û PAJK'ê û xwest her kes li dijî çalakiya wan hestiyar tev bigere. Bernameya şahiyê bi muzîka Bremen Mizikacilari u Agirê Jiyan bi dawî bû.