16 welatî li Geverê hatin berdan 2017-03-26 21:02:38 COLEMÊRG - 16 welatiyên di 21'ê Adarê roja Newrozê de hatin binçavkirin hatin berdan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 21'ê Adarê roja Newrozê de polîsan 4 jê zarok 16 welatî binçavkiribûn. 16 kesên hatibûn binçavkirin ji Miduriyeta Polisan a Geverê şandin dozgeryê. 16 kesên sewqî dozgeriyê hatin kirin jê 13 kes hatin berdan û 3 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.