'Na ji bo sewalkarî ber bi başiye ve biçe dê bibe gavek' 2017-03-27 09:10:49 STENBOL - Welatiyên ku li gundê Kurna ya Pendîkê sewalkariyê dikin diyar kirin ku buhayê mazot, ka û êmê gelek zêde ye ji ber vê yekê jî sewalkarî her diçe xirab dibe, ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin û ev yek ji bo ku sewalkarî ber bi başiyê ve biçe dê bibe gavek. Ji ber ku aborî ber bi xirabiyê ve diçe buhayê mazot û êmê hilberîneran dixe tengasiyê û nikarin sewalkariyê bikin. li gundê Kurna ya Pendîka Stenbolê yek ji cihê ku sewalkarî hatiye ber tunebûnê ye. Li Kurnayê hilberînên ku ji sewalên bi xwazayî tên xwedîkirin tê bidestxistin ji ber ku erzan tê firotin sewalkarî hatiye ber tunebûnê. Li gund sewalkarî çavkaniya debarê ya sereke bû lê ji ber ku her diçe zem çêdibe nikarin tiştekî bi destbixin, niha tenê şîr difiroşin û firotin û kirîna sewalan debara xwe dikin. Gundiyan diyar kirin ku pirsgirêkên ku dijîn bi salan e li bendê ne ber bi başiyê ve biçe lê her diçe xirab dibe, ew ê ji ber vê di referandumê de ji bo sektora sewalkariyê ber bi başiyê ve biçe û bibe gavek bibêjin "Na". Muzaffer Çelîk (65) ê 35 sal in sewalkariyê dike diyar kir ku ji ber ku 30 sewalên xwe nekarî xwedî bike bi zirarê dest bi firotinê kiriye, li gund bi dehan kes ji ber vê yekê sewalên xwe firotine û koçî bajar kirine. Çelîk wiha axivî: " Çelîk wiha axivî: "Niha hilberîner di tengasiyê de ne. Êm buha ye, ka buha ye, mazot buha ye... Hevalên ku bi vî rengî nikarin îdare bikin û sewalên xwe difiroşin hene. Divê dewlet dest bavêje vê yekê. Gel dibêje goşt buha ye lê buha nîne. Ji çiçax ve ye buhayê gost neguherî ye. Mînak em li qesaban sewalan didin serjêkirin. Goşt 21-22 TL ye. Carna goştê bihestî ji me dikirin piştre navbeynkar dikirin. Qezenca me ji vî karî tuneye. Îro ji bo qurbanê sewalan xwedî bikî jî tu dê 2-3 salan bisekinî. Niha sewal buha nînin. Di karê şîr de jî hemû kes şîr difiroşe lê çi ye ne diyar e, em jî nikarin şîr bifiroşin. Êm, ka, giha divê dewlet buhayê vê kêm bike." 'XWEDIKIRINA SEWALAN ZEHMET E' Çelîk got ku hilberîner ji buhayê êmê bi gazinc in ger ku êm erzan be buhayê goşt jî kêm bibe. Çelîk got ku pêvajoyên xwedikirina sewalan gelek zehmet e û wiha mesrefe lêçûnên çelekên şîr 10-12 hezar e, ew ji karkeran kêm dikin û bixwe sewalan xwedî dikin hewl didin di bin kar de derkevin. 'DIVÊ ŞERT BÊN BAŞKIRIN' Welatiya bi navê Asuman Gok (46) a ku gotina " Welatî dibêjin nikarin şîr bifiroşin buha ye" b kar anî diyar kir ku beriya 15 salan dest bi vi karî kiriye wê demê kîloya şîn 75 quruş bûye, piştre bi buhayê êm û kayê zêde bûye ji sedî 70 muşteriyên xwe winda kiriye. Gok diyar kir ku niha kîloya şîr 2,5 TL ye û nikare deynê xwe yê bankayan jî bide. Gok wiha axivî: "Niha 16 sewalên min hene. Zirara min zêde ye. Ka buha ye, em jî çelekan dikirin û difiroşin bi vî rengê hewl didin debara xwe bikin. Ji bo ku sewalkarî hinekî baş be divê êm hinekî erzan be em bi 52 TL'î êmê dikirin. Dema ku av û ceryan jî dikeve nav bar zêdetir dibe." 'JI BO SEWALÊN XWE NA' Gok a gotina "Ez ji wir ji hikûmetê re çi bibêjim nizanim lê ez ê tiştên ku nikarim bibêjin di sandoqê de bibêjim" bi kar anî û diyar kir ku ew ê di sandoqê de dengê "Na" bi kar bîne. Gok wiha axivî: "Ji ber ku abarî pir xirab e, em ê çawa bin nediyar e. Şert ber bi xirabûnê ve jî biçe ez sewalên xwe bernadin. Ji ber ku wan pir hez dikim. Ji vî hikûmetê zêdetir wan hez dikim. Ez ê ji bo wan jî bibêjim Na." Îsmaîl Çelen jî got ku ev 5 salên dawî ne qet qezenc nake zirara wî zêde ye û wiha axivî: "Niha qet qezenca min tuneye, ber bi zirarê ve diçim. Divê dewlet çareseriyê bibîne. Êm buha ye, şîr erzan e. Li vir em qaz jî xwedî dikin. Ger ku em biçin sandoqê jî em ê bersiva Na bidin. Hate niha tenê bi rêve dibir çi bû, kesek tiştekî nabêjin tişta ku dixwaze dike. Mînak li gund çeleka min hebe şîr bi 5 TL bifiroşim, çelekê jî bi 10 hezar TL'î kî dikare çi bibêje. Ji ber vê yekê zilam tek ne nabe, ne baş e." Asya Înedî - dîhaber