'Çar çaran gund vala kirin lê çi ket destê wan?' 2017-03-27 09:13:57 MÊRDÎN - Li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê 5 rojan qedeqe hat îlankirin. Welatiya Gundê Marînê Hayat Dinç, bertek nîşanî qedexeyan dan û diyar kir ku heta niha 4 caran gund qedexe kirin û bi dehan caran operasyon pêk anîn lê çi ket destê wan? û wiha got: "Çar çaran gundê me vala kirin lê dîsa em vegeriyan gundê xwe ka çi ked destê wan?" Li taxên Sêderiyê, Xirabê Mişka, Arboyê, Badibê, Şikrînê, Baminminê, Êlinkê, Marînê, Xirabê Arê û Mindikan yên Nisêbîna Mêrdînê bidawîbûna operasyonên leşkerî yên dema qedexeya derketina derve de pêk hat texrîbata ji aliyê leşkeran ve hat kirin jî derket holê. Welatiyan da zanîn ku di operasyonan de Goristana Egîd Suruç Aytan a çoltara çiyayê Bagokê jî hatiye texrîbkirin. Di qedexeya derketina gundan û operasyona Bagokê de bi tevlêbûna nezî 10 hezar leşker operasyon pêk hat. Li gundê Marinê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî di vê demê de 4 caran gund hat dorpêçkirin û bi dehan caran li dijî gund operasyon pêk hat. Di operasyana Çiyayê Bagokê de leşkeran Gora Egid Suruç wêran kir û gor şikandin. Her çend walî diyarkir ku bi tevlêbûna 7 hezar leşker operasyon pêk hatiye jî zêdeyî 10 hezar leşker û 14 helîkopter beşdarî operasyonê bûn. Leşkeran çiyayê Bagokê da ber bombeyan û xweza talan kir. Bê navber çiya bi tang û topan bombe kirin. Welatiya Marînê Dilnewaz Aslan, anî ziman ku leşkeran dora gundê wan girt û destûr nedan welatî derkevin dervê gundê xwe. Aslan, anî ziman ku roja leşkeran gundê wan dorpêç kir, xwestin biçin sersaxiya gundiyekî gundê cîranê xwe lê leşkeran destûr neda wan û wiha got: "Leşkeran destûr nedan em biçin sersaxiyşê. Ji ber qedexeya derketina dervê gund em 5 roj şûnde çûn şîna xizmê xwe. Şêniya gundê Marînê Hayat Dinç jî ani ziman ku berî qedexe dest pê bike leşkeran bi ser du malan de girt û wehatiyê bi navê Abdulkerim Aslan û Mahmut Başak binçav kirin û wiha got: "Leşker hin caran ji ber kefî bi ser gund û malan de digirin. Her sal beriya 21'ê Adarê gundê me dorpêç dikin. Destûr nadin ku em Cejna Newrozê pîroz bikin. Her sal her çend astengî hebûn jî me dîsa Newroz pîroz dikir. Lê îsal ji ber gund dorpêç kirin û destûr nedan em ji gund derkevin me nekarîbû Newrozê pîroz bikin." ÇAR CARAN GUND VALA KIRIN Dînç, anî ziman ku heta niha 4 caran xwestin gundê Marînê vala bikin û wiha got: "Di sala 1992'an de li dora gund operasyon pêk dianîn. Bi zorê gund vala kir. Piştî demekê hin malbat vegeriyan û hin malbat venegeriyan. Ez jî salek berê hatim gund. Berê zêdeyî 50 malan hebûn. Lê niha tenê 20 mal bane. Gundê me heta niha 4 caran vala kirin. Bi dehan caran operasyon pêk anîn. Şehîdgehên me şewitandin. Ka çi ket destê wan. Destûr nadin em gihayê xwe jî biçinin û bînin malê." ME BINÇAV DIKIN ÇIMA EM JI WAN HEZ BIKIN? Zarokên gund jî diyar kirin ku di operasyon û qedexeya derketina derve de bi şevê ji dengê çekan û bombeyan nikarin razên û leşker wan bêzar dikin. Zaroka ji Marînê Esra Başak jî anî ziman ku leşkeran pirs ji wê kir, lê wê bersîv neda leşkeran û wiha got: "Leşkeran ji Mixtarê gund re gotin 'Çima zarokên vî gundî ji me hez nakin?' Mamê min binçav kirin. Zextan li ser me dikin. Em dê çima ji wan hez bikin.