12 sindoq birin gundê cerdevanan 2017-03-27 11:41:37 MÛŞ – Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendê biryar da ku sindoqên referandûmê yên 12 gundên navenda Mûşê bibin gundên cuda. Balkêş e gundên ku sindoqên wan bên guheztin piranî dengê xwe dane HDP’ê û yên sindoq li gundê wan bê danîn jî piranî cerdevan in. Ji referandumê re 19 roj man. Bi nêzîkbûna referandûmê re hikûmet ji bo ku hilbijêr neçin sen sindoqan û deng nedin cihê sindoqan diguherînin. Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendê biryar da ku sindoqên hilbijartinê yên 12 gundên girêdayî navenda Mûşê rakin û bibin gundên cuda. Daxuyaniya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navenda Mûşê di sîteya walîtiya de hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan ‘ ji bo karê hilbijartinê bi awayê rêk û pêk bê kirin” ev biryar dane. Gundên ku wê sindoq ji wan bên barkirin wiha ne: 1-Sindoqên Gundê Sulucayê (sindoqa bi hejmara 1291) dê bibin gundê Arpayazi yê û wê li dibastana seretayî deng bê dayîn. 2-Dê Sindoqa Gundê Toprakkalê (sindoqa bi hejmara 1312) jî bibin gundê Arpazayê li dibistana seretayî bê danîn. 3-Sindoqa gundê Gûdûmlûyê (sindoqa bi hejmara 1243) dê bibin bajaroka Kizilagaçê û wê li taxa Kûltûrê li cumhurîyeta YİBO’yê bê danîn. 4-Dê sindoqa gundê Saglikê ya (bi hejmara 1283) jî bibin beldeya Kizilagaçê ya taxa kûltûrê li cumhurîyeta YİBO’yê bê danîn. 5-Her wiha dê sindoqa gundê Yorecîkê (sindoqa bi hejmara 1325) jî li bajaroka Kizilagayê taxa kûltûrê cumhurîyet YİBO’yê bê danîn. 6-Dê sindoqa gundê Aşagisizmayê (sindoqa bi hejmara 1204) jî bibin bajaroka kirkoyê û wê li YİBO’ya şehit Zekeriyeyê bê danîn. 7-Dê Sindoqa gundê Kalecîkê (sindoqa bi hejmara 1255) jî bibin gundê Savaşçilarê û wê li dibistana seretayî bê danîn. 8-Sindoqa gundê Ulukayayê (sindoqa bi hejmara 1314) jî wê bibin gundê Ziyaretê û wê li dibistana seretayî bê danîn. 9-Sindoqa gundê Kayalisuyê (sindoqa bi hejmara 1263) dê bibin gundê Alaniçi û li dibistana seretayî bê danîn. 10-Sindoqa gundê Ilicayê (sindoqa bi hejmara 1252) wê bibin gundê Ekînduzu û li dibistana seretayî bê danîn. 11-Sindoqa gundê Kutlugunê (sindoqa bi hejmara 1275) wê bibin gundê Akpinarê û wê li dibistana seretayî bê danîn. 12- Sindoqa gundê Tutenê (sindoqa bi hejmara 1313) wê bibin gundê Akpinar û li dibistana seretayî bê danîn.