Ji bo avahiyê bi dehan dar birîn 2017-03-27 13:26:54 ÊLIH - Ji bo avahiya ku ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê tê çêkirin li parkê bi dehan darên 40 salan birîn. Li navçeya Kercewsê ya Êlihê ji bo ku avahiyek ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê re bê çêkirin bi dehan darên 15-40 salan hatin birîn. Li şûna darên ku ji kokê hatin birîn xebatên înşaetê dest pê kir. Komelea Dildarên Hawiirdorê ya Êlihê têkildarî jêkirina daran daxuyaniyekî nivîskî weşand û daxuyand ku ev "qatlîama daran e" û wiha got: Ji bo ku birû çêkin çav derxistin. Ji bo nexweşxaneyê qada kesk hate tunekirin. Em vî qatlîama daran şermezar dikin." Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêyî ku daran bibirin dikaribûn bibin ciheke din û gotina rayedaran a "Em ê zêdetin dar biçînin" têrê nake û çareserî nîne.