Endamên Mala Gel ên xwestin biçin Xezxêrê hatin binçavkirin 2016-11-26 15:00:43 SÊRT - Endamên Mela Gel ên ku xwestin biçin gundê Maden ê Şîrwanê ku cînayetên kar lê hatiye jiyîn li Sêrtê bi îdîaya "Dê li ser navê DHKP-C'ê çalakiyekê bikin" hatin binçavkirin. Pênç endamên Mala Gel ji bo qada hezaza li gundê Madenê ya li navçeya Şîrwanê Sêrtê lêkolîn bikin ji Stenbolê hatin li navenda Sêrtê hatin binçavkirin. Parêzer Ayşegul Çagatay, Ufuk Işik, Ugur Togluk, Denîz Can Dîl û Sezaî Demîrtaş li navenda bajar hatin binçavkirin û birin TEM'ê. Endamên Mala Gel ên bi îdîaya "Dê li ser navê rêxistina terorê DHKP-C çalakî û faaliyetan bidin meşandin" hatin binçavkirin, dê li gundê Madenê ya ku 9 rojan berê hezaz lê çêbûbû lêkolîn daban meşandin. Di girteka ku polîsan amade kiriye de ev tişt hatin gotin: "Me agahiya ku dê DHKP-C li dijî mezinên me yên dewletê yên ku dê bên Şîrwana Sêrtê û lêkolînan bikin çalakiyên bi bomebe û fedaî bêk bînin. Di xebatên ji bo tesbîta kesên dê vî karî bikin de, ji ber ku hatiye tesbîtkirin ku dê kesên navên wan li jor hene van çalakiyan li darbixin hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, li gorî madeya 3'yemîn a KHK'ê ya 668'emîn dê bi parêzerên xwe re nikaribin hevdîtinê pêk bînin."