Ber bi navenda Şirnexê ve sewqiyata leşkerî 2017-03-27 18:58:16 ŞIRNEX - Ji Cizîrê ber bi navenda Şirnexê ve sewqiyata leşkerî pêk hat. Ji navçeya Cizîrê ber bi navenda Şirnexê ve sewqiyateke leşkerî ku ji nêzî 20 wesayîtên bi navê kirpî pêk dihat çêbû. Hat zanîn ku sewqiyata leşkerî derbasî 23'emîn Tumena Cendirmeyan a Sînor a Şirnexê bûye.