Banga tevlîbûna mîtînga ‘Em teslîm nabin’ 2016-11-14 16:19:10 STENBOL - Hêzen ked û demokrasiyê banga tevlîbûna mîtînda ‘Em teslîm nabin’ a ku dê di 20’ê Mijdarê roja Yekşemê li Qada Kartalê pêk bînin kirin. Hêzen ked û demokrasiyê, partiyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk û odeyên pişeyan bi şîara “Em ê dstûr nedin dîktatoriya zilamekê” li şaxa Odeya Endezyaran a Stenbolê civîna çapemeniyê li darxistin. Li salona civînê pankarta “Em ê teslîm nebin” hat vekirin û nûnerên partiyên siyasî, komele û rêxistinên girseyên demokratîk tevlî bûn. Daxuyaniya hevpar a ku hatibû amade kirin ji aliyê Demet Konca ve hat dayîn. Koca, da zanîn ku Tirkiye di bin êrîşa “dîktatoriya zilamekê” de ye. Koca, anî ziman ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê qesrê li hemberî gelen şer daye destpêkirin û wiha got: “Li dijî van êrîşan bi milyonan gotin ‘em ê teslîm nebin’. Em bang li hemû kedkar, şoreşger, welatparêz, sosyalîst û mirovên dil paqij dikin, roj roja li dijî faşîzmê û zilmê bi hevre têkoşîn mezinkirinê ye. Roja li dijî serokatiyê û dîktatoriyê berxwedanê ye.” LI QADA KARTALÊ MÎTÎNG Koca, bi lêv kir ku ew ê wekî hêzên ked û demokrasiyê û hêzên girseya demokrasiyê di 20’ê Mijdarê roja Yekşemê li Qada Kardalê saet di 14.00’an de mîtîngekê li darbixin û wiha pêde çû: “Nikarin li pêşiya siyaseta demokratîk bigirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Bila OHAL bê rakirin û KHK bên rawestandin. Em ê destûr nedin dîktaroriya zilamekê. Ji serokatiyê re na. Em ê teslîm nebin. Çi dibe bila bibe em ê biserbikevin.” BANGA TEVLÎBÛNA JINAN A MÎTÎNGÊ Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Aysel Guzel da xuyakirin ku di şerê hatiye destpêkirin de herî zêde êrîşî zarok û jinan hatiye kirin û wiha got: “Bila hemû rêxistinên jinan ên ku xebatan ji bo azadiya jinan didin meşandin tevlî mîtîngê bibin.” Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku ew ji bo bêjin ‘em teslîm ne bûn û dê nebin jî’ divê herkes tevlî mîtîngê bibin. Li ser navê Tevgera Hevgirtiyên Hezîranê Canan Kaftancioglu wiha got: “20’ê Mijarê roja Yekşemê bi me re bin û em hêviya xwe mezin bikin.” ‘JI BO AZADIYÊ HEMÛ KES TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN’ Serokê Patiya Kedê (EMEP) ê Stenbolê Guven Gerçek jî wiha axivî: “Tenê çareyek a gelê vî welatî heye ew jî bi hevre tevgerîne. Ez bang li hemû kesên ku dilê wan ji bo demokrasî, azadî û aştiyê lê dikeve dikim ku tevlî mîtîngê bibin.”