Li Şemrexê qedexeya kolanan hat îlankirin 2017-03-28 09:38:12 MÊRDÎN - Li 4 taxên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gundên Golikê, Şebê Armagan û Yevrî û mezraya Melebiyê yên Navçeya Şemrexa Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta fermanek duyemîn dê xedexe li gundan bidome.