Tirkmenên Tilaferê DAIŞ û Tirkiye naxwazin 2017-03-28 10:52:45 REQQA – Tirkmenên Tilafer ku xwe spartin herêmên bi ewle yên bakurê Reqqayê, gotin: “Bila hêzên biyanî yên wek DAIŞ û Tirkiyê ji nav me derkevin û binêrin ka çawa Sunî û Şîa dikarin bi hev re biijîn." Tirkmenên Tilafer yên xwe spartin herêmên ewle yên Reqqayê xwestin DAÎŞ û Tikiye ji nava wan derkeve. Li gorî nûçeya Nazdar Ebdî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), piştî şerê li Iraqê rû da û bû wekî şerekî mezhebû di navbera Sina û Şîa, gelek Şîayên tirkmen yên ji Telafer ji aliyê DAIŞ ve hatin kuştin û neçarî koçberiyê bûn. Hêzên Iraqê yên girêdayî Hikûmeta Navendî operasyona Mûsilê dan destpêkirin û berê dan Telaferê. Welatiyên tirkmen ên sunî vê carê ji metirsîna ku bi destê şîa di komkujiyan re derbs bibin, berê xwe dan Bakurê Sûriyê. Piraniya wan berê xwe dan Reeqqa û Tebqa û li wir bi cih bûn. Niha jî ji wir koçber dibin û berê xwe didin herêmên bi ewle ku ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatine rizgarkirin û li wir bi cih dibin. Ji nav 5 hezar koçberên ji Tebqayê û penaberên ji Iraqê hatin herêmên bi ewle yên bakurê Reqqayê, malbatên Tirkmen ên ji Tilaferê yê sunî gelek in. Her çiqasî tê gotin ji tirsa heşdulşabî ya şîayê reviyan e, ew sedema koçberiya xwe dewleta Tirk û DAIŞ dibînin. Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Z.E ku ne xwest navê xwe eşkere bike, got bila hêzên biyanî yên weke DAIŞ û Tirkiyê ji nav wan derkevin û binêrin ka çawa sunî û şîa dikarin bi hev re bijîn. Z.E bal kişand ser rastiya DAIŞ û Dewleta Tirkiye vegot. Ji malbatên Tirkmen malbata jina bi navê Z.E di 16’ê Mijdara 2016’an de ji ber êrîşên hewayî yên li dijî Balafirgeha Tilafer ku mala wê nêzî wê herêmê ye, dest ji mala xwe berdan û koçber bûn. Di rêwîtiya 4 malên tikmen ku ji Îraqê ber bi Bakurê Sûriyê ve pêk hat, malbat di gelek xetên gerim ên şerên giran re derbas bûne. Di Ebû Kemal, Salihiyê, Dişêşe heya bi navçeya El-Kerama ya Reqqayê ku nû ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, re derbas bûn. Z.E: li ser rêwitiya xwe got ku ew her roj li cihekî bûn û ev wiha dom kir: "Em êdî ji şer westiyan. Şeva din ji bo xwe bigihînin vir, me xwe li ava Firatê da û em derbas bûn. Hindik mabû ku zaroka min a 6 mehî di avê de bifetiya.Di gera xwe de em li cihekî ku şer lê nebaya digeriyan. Em li cihekî digeriyan ku zarokên me bê şer lê jiyan bikin. Em jî dixwazin wekî xelkên din jiyan bikin. Daxwaza me ew e ku em dûrî şer û koçberiyê jiyan bikin. Me ne ji mafê me ye em jiyanek wiha peyda bikin." Malbata Z.E tevî hemû malbatên li vir, piştî tedbîrên ewlekariyê û qeydkirinê dê li gorî daxwaza xwe yan derbasî kampeke penaberan dibin an jî berê xwe didin herêmek din. Lê belê Z.E’ya ku çavên wê Ii benda jiyana ewlekariyê bû got ku niha û piştî ku ji şer rizgar bû û serê xwe li cihekî biewle danî, ferq nake. Eger kampek ji wan re were peydakirin, an jî herin cihekî bi ewle ku rehet lê jiyan bikin. Malbat piştî rêwîtiya 4 mehan gihişt gundeke rizgarkirî yê bakurê Reqqayê û li vir li benda tedbîrên ewlekariyê bûn ku derbasî kampeke Bakurê Sûriyê bibin. Z.E’yê got: “Hemû gelê Tilefer koçber û penaber bûne, li derve riswa û hejar bûne. Pêşeroja zarokan nemaye, jin, kal û pîr jî perîşan bune û li çolan jiyan dikin." ‘Bila sivîlên Tilafer rizgar bikin’ Li ser rûyê zarokên Z.E’yê nexweşî û elem dixuya. Ji xwe li gorî vegotina Z.E’yê gelek kesên ku xizmên wan bi wan re derketibûn, li ser rê jiyana xwe ji dest dan û li wan çolan hatin definkirin. Lewra Z.E’yê spasiya xweda dikir ku dikaribû malbata xwe rizgar bike û têkildarî mijarê wiha axivî: “Heya niha gelek malbatên me li herêmên dorpêçkirî di bin topbaran ê de ne. Bila hikumeta Iraqê û welatên cîhanê ji bo rizgarkirina wan tevbigirin. Em dixwazin hemû xizmên me rizgar bibin." DAIŞ û Tirkiyê dixwazin şerê Sûnî û Şîa gurtir bikin Li ser pirs ku ji ber heşdişebî yên şîa welatê xwe terik kirin Z.E'yê got ku dewleta Tirk niha dibêje em ji bo parastina tirkmenên Tilafer ji şîayan dê derbasî herêmê bibin Z.E’yê wiha got: “Bila biyanî ji nav me derkevin û binêrin ka çawa Şîa û Sune li TIlafer bi biratî bi hev re jiyan dikin. Berê jî em bi hev re jiyan dikin. Di herêma me de gelek pêkhate bi hev re jiyan dikirin, piştî ku komên çete yên biyanî yên wekî Tirkiyê û DAIŞ'ê şer derxistin û şerê navxweyî di herêmê de derxistin. DAIŞ û Tirkiyê dixwazin ku şerê Sina û Şîa di herêmê de gurtir bikin.