Li Agiriyê 42 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-03-28 14:19:58 AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê 42 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. 42 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê bi daxwaza "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û dorpêçkirinên li gundên herêmê bi dawî bibin" dest bi çalakiyê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. JI KOMA DEST BI GREVÊ KIRIN RE CEZAYÊ HUCREYÊ HAT DAYÎN Li gorî agahiyên xizmên girtiyan dane, koma destpêkê ya dest bi greva birçîbûnê kirine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve cezayê hucreyê ji wan re hatiye dayîn. Hat diyarkirin ku mafê girtiyan ê telefonê kirine 2 hefteyan carekê, dayîna pirtûkan sînordar kirine û hevdîtina bi malbat û parêzaran re hatiye astengkirin. Xizmên girtiyan dan zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi hincetên biçûk cezayê hucreyê dide girtiyan. Navê girtiyên dest bi grevê kirine wiha ne: “Firat Buyuk, Ercan Aslan, Mesut Seven, Ersîn Akbay, M.Nurî Alkan, M.Saît Dogan, Mazlum Dogan, Denîz Ozekîncî, Omerî Seît Yilmaz, Cîhan Alkan, Sefer Ugur, Denîz Lerî, Abdullah Ozcan, Veysel Tîmur, Cehgîs Aksîn, Vedat Kalin, Îbrahîm Yaşar, Bayram Ozden, Ferhan Kartan, Erhan Tunç, Abdullah Ekelîk, Mustafa Barut, Nevzat Akbulak, M.Kasim Caval, Cîhat Ayîk, Mehmet Çelîk, Mehmet Salîh Coşkun, Huseyîn Bîngol, Kiyasettîn Yirgal, Selahattîn Kaya, Gazî Yaman, Burhan Daşdemîr, Îbrahîm Dogruyol, Aydin Aglar, Fîraz Pîr Ozbay, Suleyman Sara, Yuksel Yildirim, V.Tekîn Tanyaç, Mehmet Aslan, Enver Kutluay û Mehmet Aslan.”